Li Londonê rêxistinên jinan şidet protesto kirin

Êrîşa li dijî Meryem Şahîn a ji aliyê hevjînê wê ve ku 2’yê Gulanê ya li bajarê Hambûrg a Elmanyayê ji aliyê rêxistinên jinan ve li Londonê hate protestokirin.

Yenî Kadin, Navenda Çanda Elewî ya Enfîeld, Yekîtiya Jinên Sosyalîst, Komîsyona Jinan a Alxas, Komîsyona Jinan a Komeleya Kurekciyan, Mala Cemê, Tevgera Jinên Demokratîk ên Ewropa êrîşên li ser inan protesto kirin.

Di çalakiyê de wêneyên jinan hatin hildan û dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Dawî li qetilkirina jinan bînin’ hatin berzkirin.

Her wiha di dewama çalakiyê de bang hate kirin ku li dijî şideta di demê pandemiyê de li Ewropayê li dijî jinan zêde bûne bikevin tevgerê.