Li Londonê bi xavikên spî çalakî hate lidarxistin

Li Londonê bi pêşengiya jinan bi xavikên spî çalakiyek hate lidarxistin û êrîşên li ser dayikan hate protestokirin.

Li Londonê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Roj ji bo balkişandina tecrîd û grevên birçîbûnê bi xavikên spî çalakiyek hate lidarxistin.

Jin bi xavikên xwe yên spî hatin pêşiya parlementoyê û êrîşên polîsên Tirk ên li ser dayikan protesto kirin. Di çalakiyê de bang li Seroka Brîtanyayê Theresa May hate kirin ku bila piştgiriyê nede Tirkiyeyê.

Di çalakiyê de berxwedêr hatin silavkirin û hate gotin ku “Divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî serbest werin berdan.”