Li Kotolê keçek 13 salî xwe kuşt

Li navçeya Kotolê ya girêdayî bajarê Xoy a Rojhilatê Kurdistanê keçekî 13 salî bedena xwe da ber agir û xwe şewitand.

Polîtîkayên dijminê jin û hejarkirinê yên rejîma Îranê û paşverûtiyên civakî yên wek zewaca bi darê zorê rê li ber zêdebûna rêjeya xwekujiya jin û ciwanan vekiriye. Hema bêje roj nîne ku jin yan ciwanek xwe nekuje.

Li gorî nûçeya Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK) keçekî 13 salî ya bi navê Roşenek Hesen Elîlû ku nişteciyê navçeya Kotol a bajarê Xoy e xwe şewitandiye û di encamê de jiyana xwe ji dest daye.

Di nûçeyê de her wiha hatiye gotin ku keça 13 salî Roşenek ji ber zewaca bi darê zorê û zexta melbatê agir berdaye xwe û xwe kuştiye.

Her wiha hatiye gotin ku beriya niha di nava meha bihorî de li heman navçeyê dayika 2 zarokan ya bi navê Sumeyye Muhemedlû (23) jî agir berdaye xwe û ji ber wê jiyana xwe ji dest daye.