Li Kopenhagenê têkoşîna jinên Kurd hat nîqaşkirin

Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê ji aliyê Nûdem, Fokus-A (Xwendekarên Kurd û Komeleya Akademîsyenan’ û Nasim (Komeleya Xwendekarên Humanîst a Kopenhagen) ve konferansek jinan li Zanîngeha Kopenhagê pêk hat.

Li paytexta Danîmarka Kopenhagen ji aliyê Nûdem, Fokus-A (Xwendekarên Kurd û Komeleya Akademîsyenan’ û Nasim (Komeleya Xwendekarên Humanîst a Kopenhag) ve konferansek jinan li Zanîngeha Kopenhagen pêk hat.  Piranî akademîsyonên Danîmarkayî û xwendekar gelek rojnameger tevlî bûn.

Dîlar Dêrik ku ji Amedê tevlî panelê bû her sê şoreşgerên jin ên li Parîsê hatin qetilkirin bibîr anî û rola jinê ya di Têkoşîna Azadiya Kurd de vegot. Dêrik diyar kir ku têkoşîna ku Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez daye ti car nayê jibîrkirin û ew divê ruhê wan bidomînin. Dêrik got ku têkoşîna azadiya jinên Kurd ji bo hemû jinên Rojhilata Navîn derbasdar e.

Dêrik anî ziman ku şoreş ne têkoşîna rojekê ye, pêşketina civakî ya sosyolojîk a dirêj e û Kurd bi şoreşa Rojava re careke din hêza xwe nîşan dane.

YÊN PKK’Ê NAS DIKIN ERÊNÎ DINÊRIN

Karîana Westrheîm ku tevlî panelê bû got: “Rola PKK’ê ya di dîroka Kurd de ji aliyê her kesî ve tê zanîn. PKK hê ji bo jinan têdikoşe.” Westrheîm bal kişand ser girîngiya pergala hevserokatiyê û wiha got: “Piraniya kesan hê nû nû hîn dikin ku PKK ji bo demokrasî, wekhevî, azadî û mafê jinan şer dike. Ji ber vê jî niha erênîtir li têkoşîna azadiya Kurd dinêrin.”

BI FELSEFEYA OCALAN XWE GIHANDINE

Anja Flach wiha got: “Li Rojava jin ev 30 sal in di nava têkoşînê de ne. Bi felsefeya Ocalan xwe pêş xistine. Ji bo vê jî serketin ji wan qet ne dûr e. Kurd derî bi derî digerin û gel ronî dikin. Vê li her çar parçeyên Kurdistanê dikin. Modela li Rojava wê ji bo Rojhilata Navîn jî geşedanek girîng be.  YPG û YPJ bi doza gerîlayan bawer e û têkoşîna xwe berdewam dike.”

CÎHAN LI DIJ DARVEKIRINAN BÊDENG E

Hiqûqnas Afshin Berahmand li ser têkiliya Ocalan a bi jin û civakê re ya li Rojhilat sekinî û der barê polîtîkayên rejîma Îranê de jî got: “Li Îranê Kurd hê ji aliyê rejîmê ve rastî zextan tên. Mînak li Îranê mirov nekarin îtîraqa hiqûqê bikin. Ger dewletê ceza dabe ti nekarî îtîraz bikî. Yanî rêyek din tine. Herî dawî nêzî 10 girtiyên siyasî hatin darvekirin. Lê cîhanê dengê xwe dernexist. Ev bi rastî nayê fêmkirin.”