Li Komara Adigeyê ji jinên Kurd çalakiya 25’ê Mijdarê
Li Komara Adigeyê ji jinên Kurd çalakiya 25’ê Mijdarê
Li Komara Adigeyê ji jinên Kurd çalakiya 25’ê Mijdarê
Jinên Kurd ên li Komara Adigey a Federasyona Rûsyayê bi armanca 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan a Cîhanê li hev kom bûn û daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Jinên Kurd ên li Komara Adigey a Federasyona Rûsyayê bi armanca 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan a Cîhanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê banga xurtkirina têkoşîna jinan a li dijî tundiyê kir.
Di daxuyaniyê de jinan bal kişandin ser xurtkirina têkoşîna azadiya jinan û berxwedana jinan a bi pêşengiya jinan li Kobanê û Rojava berdewam dike. Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tiştên bi hezaran sal hatin serê jinê, îro bi DAIŞ’ê berdewam dike û wiha hat gotin: “Dixwazin jiyaneke kole û cîhaneke tarî ji bo jinan biafirînin. Lê berevajiyê vê yekê roj bi roj têkoşîna jinan mezin dibe û ber bi azadiyê ve diçe û nêzîk dibe.”
Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana YPJ” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.