Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Li Kolombiyayê di semînerên jineolojiyê de tecrîd hate protestokirin

Li Kolombiyayê semînerên jineolojiyê li Medellînê hate domandin. Di semînerê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.

Li Kolombiyayê semînerên li ser jineolojiyê didomin. Li ser navê komîteya Jineolojiyê Zîlan Diyar û endama Tevgera Jinên Kurd Alessîa Dro tevlî semînerê bûn. Piştî semînera li Bogotayê li Medellînê jî semîner hate dayîn.

Derbarê grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, tecrubeyên tevgera jinan û jineolojî tê nîqaşkirin.

Çalakiya pêşîn a li Medellînê li saziya Afrodescentîende (Gelê reşik ê ku ji bo koletiyê ji Efrîkayê ew anîbûne Kolombiyayê) hate kirin. Di destpêkirina semînerê de Endama Komîteya Jineolojiyê Zîlan Diyar, derbarê bîr, bawerî û dîroka Kurdistanê agahiyên kurt da û derbarê pergala konfederal a jinên Kurd pêşkêşiyek kir.

Di semînerê de jinên Afrodescentîende konsereke biçûk li dar xistin û ji bo protestokirina tecrîda li ser Ocalan vîdeoyeke hevgirtinê amade kirin.

Li Casa Cûltûral el Hormîgûero jî bi beşdariya 70 jinên ji kolektifên cihê yên jinan semîner hate lidarxistin. Di semînerê de Endama Komîteya Jineolojiyê Zîlan Diyar diyar kir ku Jineolojî dikare pêdiviyên jinên cîhanê pêk bîne. Çalakiya duyemîn a êvarî jî li Şanoya Medellînê hate kirin. Di çalakiyê de bi vegotina Sakîne Cansiz li ser tecrubeya tevgerên jinan sînevîzyonek hate nîşandan.