Li Kolnê ji bo Efganîstanê çalakî: Jinên Kurd DAÎŞ têkbir, jinên Efgan jî dikarin Talîbanê têk bibin

Di saet 16:00’an de li bajarê Koln a Elmanyayê mîtîngek ji bo pitştewaniya bi gel û jinên Efganîstanê hat lidarxistin.

Seerbrucke li ber avahiya Partiya Desthilatê CDÛ ya bajarê Kolnê mîtîngek organîze kir. Bi sedan kes ku piraniya wan jin bûn tevlî mîtîngê bûn.

Di mîtîngê de ji Efganî, Elmanî û gelên din gelek kes bi sembol û afîşên xwe ve tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de her wiha Meclîsa Jin a Viya ya Kolnê jî bi pankart, dovîz û alên xwe jî cih girt.

Di çalakiyê de li ser navê koçberên ku ji Efganîstanê hatinî, Seebrucke, rêxistinên alîkariyê û Meclîsa Jin a Viyan axaftin hatin kirin.

Li ser navê Meclîsa Jin a Viyan Yildiz Fîlîmcî axaftinek kir û got, “Em jinên Kurd me DAÎŞ têkbir, jinên Efgan jî dikarin têbikoşin û Talîbanê têk bibin.

Em jinên ku li Şengalê hatin revandin û yên serê wan hatî jêkirin in. Lê di heman demê de em jinên ku li Efrînê, Serêkaniyê û Kobanê DAÎŞ têkbirî ne. 2014’an DAÎŞ’ê êrişî Kurdên Êzidî yên li Şengalê dijîn kir. Bi hezaran jin hatin kuştin û ji hezaran ji wan hê jî agahiyek tineye. Em jinên Kurd ji ber ku vê hişmendiyê nas dikin, dizanin bê ka wê Talîbanê li Efganîstanê dikare çi bike. Lê divê bê hêvî nebin. Jinên Kurd têkoşiyan û DAÎŞ têk birin. Jinên Efganî jî dikarin têbikoşin û Talîbanê têk bibin.”

Di çalakiyên de beşdarên din jî axivîn û bal kişandin li ser kaosa li welat heyî û qetlîamên ku piştî Talîbanê niha welat bi dest xistiye wê pêk bên.

Di axaftinan de her wiha di serî de helwesta Elmanya hemû welatên Ewropa û welatên cîranê Efganîstanê  hat şermezarkirin û hat gotin ku li hemberî bi destxistina welat ya ji aliyê Talîbanê temaşeger mane.

Ji Serkokwezîra Elmanya Angela Merkel hat xwestin ku ne tenê Elmaniyan ji Efganîstanê derxîne, Efganiyên ku ewlehiya canê wan tuneye jî derxîne.

Koçberên Efganî jî di çalakiyê axivîn û diyar kirin tevî ku wan ji ber zexta Talîbanê ji Efganîstanê revîne û ji bo penahxwaziyê serî li Elmanyayê dane, lê heya niha daxwaza wan ya penaberiyê nehatiye qebûlkirin.

Rêxistinên ku alîkariyê didin koçberan jî ji ber paşve zivirandina koçberên Efgan rexne li hikumeta Elmanya girtin û xwestin ku demildest li ser vê rewşê were sekinandin.