Li bajarê Kobaniyê di navenda Çand û Hunerê de, li gel xebatên Stran, Govend û şano... Beşekî cihê berhevkirina kevnareyan jî hatiye vekirin.
Li bajarê Kobaniyê her çendî mûzexaneyên bermayên Kurdî nebe jî, lê bi avakirina navenda çand û hunerê re û li gel xebatên huner ên weke stran, şano û govendê, beşek ji bo berhevkirina kevnar yên çandî û karê destan hatiye vekirin.
Endama Çand û Hunerê ya bajarê Kobaniyê Bêrîvan Bekir li ser berhevkirina kevnareyan kir û wiha got: “Piştî avakirina navenda Çand û Hunerê li bajarê me, me xwest em beşekî weke muzeyê bidin avakirin. Ji bo vê yekê me ji gund û navenda bajêr, dest bi berhevkirina tiştên kevin kirin. Ji hin mala xwelî, ji hin malan destar û tefşû û tarpan me berhev kirin. Tiştên me berhevkirine piranî amûrên çandiniyê ne û hin ji wan jî berhemên ku dayîk û jînê Kurd bi destan çêkiriye. Tiştê me berhev kiriye û li navendê weke pêşenegehê raxistiye. Hemû berhemên herêma Kobaniyê ne û ji kevin de pêşiyên me bi kar anîne”.
Li ser berdewamiya vê xebatê Bekir destnîşan kir: “ Em di nava hewldanê de ne ku cihekî berferehtir ava bikin. Niha ev cihê me ji bo pêşengehê dibe ku têrê bike, lê dema em bixwezin vê vebiguherînin mûzexaneyê ev yek têrê nake divê me cihekî taybet çêkin û amedekariyeke baş jê re bikin”.