Li Kobanê yekem kargeha jinan hate vekirin
Li Kobanê yekem kargeha jinan hate vekirin
Li Kobanê yekem kargeha jinan hate vekirin
Li Kobanê yekem kargeha dirûna cilan a jinan ji aliyê Yekîtiya Star ve bi merasimekê hate vekirin.
Bi armanca peydakirina kar ji bo jinan li herêma Kobanê Yekîtiya Star bi beşdariya gelek jinan yekem kargeha dirûnê bi merasimê vekirin. Merasim bi vekirinê destpê kir.
Endama Yekîtiya Star Roza Tolhildan di merasimê de axivî û da zanîn ku, jin dikare xwe birêve bibe û wiha got: “Jin dikarin xwe di hemû beşên jiyanê de birêxistin bikin. Di dîrokê de jinan ev yek çespandine. Ji ber vê yekê jin dikare xwe di milê aborî de birêve bibe.” Tolhildan anî ziman ku, jina Kurd îro ji her demê bêtir amadeye da ku sîstema xwe ya aborî sazbike û wiha pê de çû: “Em îro wek jinên Kobanê amadene ku em aboriya xwe pêşbixin û ev wê ne projeya me ya yekem be. Em dê di pêşerojê de projeyên din jî lidar bixin.”
Di merasimê de hevseroka Meclîsa Gel a Kobanê Ayşe Efendî jî axivî û vekirina kargehga dirûnê li jinan pîroz kir û wiha got: “Ji vî cihê jin berê xwe dide bikaranîna mafên xwe û projeyên xwe yên avakirina sazî û rêxistinên xwe didomîne û ev sazî bi tevlîbûna jinan dê pêşbikeve.”
Rêvebera kargehê Fatma Galo jî axivî û spasiya her kesê ku piştgirtiya daye kir û bang li jinên koçber bûne kir ku vegerin welatê xwe û tevlî xebatê bibin.
Di dawiya merasimê de deriyê kargehê ji aliyê Şîlan Ehmed û Fatma Galo ve hate vekirin.