Li Kobanê jinek ciwan xwe kuşt

Li Kobanê jinek ciwan xwe kuşt

Li bajarê Kobanê li gundê Mînas jineke Kurd ji ber zilama zilam dawî li jiyana xwe anî. Hat zanîn ku sedemê xwekuştinê, îşkenceya ji aliyê hevserê wê ve bû.

Jineke kurd dayîka du zarokan li bajarê Kobanê li gundê Mînas, ji ber îşkenceya ku hevserê wê lê dikir dawî li jiyana xwe anî. Jina ciwan sala 1992 an li gundê Mînas ê bi ser Kobanê ve ji dayîk bû ye.

Ji ber vê vê bûyerê rêvebera Navenda Perwerde û Zanstiya Jinê li bajarê Kobanê Rûken Rojda axivî û got: “Berî vekirina Nevendên Jinan li Rojavayê Kurdistanê, bûyerên xwekuştina jinan pir zêdr bûn, lê piştî vekirina nevendên jinan bûyerên bi vî rengî kêm bûne.

Rûken Rojda bang li hemû jinên ku zilim û îşkenceyê dibînin ku serî li navenda jinê bidin û pirsgirkên xwe li wir çarser bikin.