Li Kerkûkê dewreya perwerdehiya jinan

Dewreya perwerdehiya jinan a ji aliyê Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê li Kerkûkê hatibû destpêkirin, bi dawî bû.

Jinên ku beşdarî dewreya perwerdehiyê ya li Akademiya Şehîd Viyan a li Kerkûkê bûn a ku ji aliyê Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê hatibû lidarxistin, perwerdehiya xwe bi dawî kirin. Bi dehan jinên ji Kerkûkê û derdora wê beşdarî dewreyê bûn. Dewreya perwerdehiyê 10 rojan domiya.

Dersên azadiya jinan, dîroka jinan û dîroka têkoşîna azadiyê ya jinan, têkoşîna azadiya jinan a di Tevgera Azadiyê ya Kurdan de, jineolojî, xweseriya demokratîk û jiyana azad hatin dayîn. Piştî perwerderdehiyê merasîmek hate lidarxistin.

Di merasîmê de li ser navê RJAK’ê Kişwer Şerîf axivî û got, “Li ser rêya felsefeya Rêber Apo em van dewreyên perwerdehiyê li dar dixin û hedefa me ev e ku jin rolên xwe yên pêşengtiyê bi cih bînin.” Soma Ferhad a ku beşdarî dewreya perwerdehiyê jî bû diyar kir ku ji herêma Germiyanê gelek jin beşdarî perwerdehiyê bûne û Jiyan Mecîd jî diyar kir ku ji bo avakirina jiyana azad ew beşdarî dewreya perwerdehiyê bûye.