Li Kerkûkê Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin bibîranîn

Li Kerkûkê sê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi merasîmekê hatin bibîranîn

Yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ku 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin, di salvegera 7’emîn a qetilkirina wan de li Kerkûkê hatin bibîranîn.

Li Hola Lubnanî ya Kerkûkê, Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi merasîmekê şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bîr anî. Di bîranînê de jinan peyama domandina rêbaza her sê jinên şoreşger dan.

Di merasîmê de gelek akîvîstên mafên jinan, siyasetmendar  û welatî amade bûn. Merasîmê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê û jinên şehîd dest pê kir. Piştre jînenîgariya her sê jinên şoreşger hate xwendin.

Di bîranînê de Endama Rêveberiya Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) Necîbe Omer axivî û bal kişand li ser têkoşîn û xebata jinên şoreşger û di nava civakê de girîngiya xebata jinan.

Her wiha Endama Rêveberiya RJAK'ê Dilvan Mecîd jî diyar kir ku ji berî 7 salan sê jinên têkoşer bi destên tarî hatin qetilkirin.