Li Iraqê tundiya li dijî jinan didome

Saziyên bi navê Navenda Agirbesta ji bo Mafên Sivîlan û Rêxistina Mafên Kêmarên Navneteweyî raporek têkildarî rewşa jinan li Iraqê amade kir û di rapora xwe de da zanîn ku jin bi tundiya dijwar a fîzîkî, psîkolojîk û zayendîr re rû bi rû dimînin

Saziyên bi navê Navenda Agirbesta ji bo Mafên Sivîlan û Rêxistina Mafên Kêmarên Navneteweyî raporek têkildarî rewşa jinan li Iraqê amade kir û di rapora xwe de da zanîn ku jin bi tundiya dijwar a fîzîkî, psîkolojîk û zayendîr re rû bi rû dimînin.

Di rapora bi sernavê “Cihê birevin tine: Li Iraqê tundiya li dijî jinan” de  hate destnîşankirin ku ji aliyê hikûmetê û çeteyên DAIŞ’ê ve, rastî tundiya dijwar tên û da zanîn ku ev tundiya li ser jinan êdî bûye mîna taktîkeke şer.

Di raporê de hate gotin. “Ji ji aliyê hemû aliyên şer ve rastî gefa tundiyê tên. Jin li aliyekî rastî gefa tecawiz û kuştinê ya komên çekdar tên û li li aliyekî din jî li welat rastî tundiya zilaman tên û ji aliyê hêzên ewlekariyê ve nayên parastin.”

Dîrektorê Navenda Agirbesta ji bo Mafên Sivîl Mark Lattimer ku raporê amade kir, da zanîn ku tundiya li dijî jinan çavkaniya xwe ne tenê ji nava welêt, ji derveyê welêt jî digire û diyar kir ku li Iraqê jixwe guhê xwe li dengê jinan girtine, lê di qada navneteweyî de pirsgirêkên jinên Iraqî têne înkarkirin.

 Di raporê de hate diyarkirin jinên xwediyê pîşeyên bijîşkî, mamoste, parêzer û rojnamevan jî rastî tundî û gefan tên.

JINÊN ÊZIDÎ BI GIRSEYÎ BI ÊRÎŞAN RE RÛ BI RÛ NE

Di raporê de hate diyarkirin jinên Kurd ên Êzidî bi awayekî komî bi gefan re rû bi rû ne, li bazaran weke kole tên firotin û mîna koleyên zayendî tên bikaranîn.

Her wiha, di raporê de hate diyarkirin ku li Iraqê di van salên dawiyê de qaçaxçîtî pêş ketiye û li gel şerê li Iraqê belavtir bûye û jinên ku têne revandin, ji bo karên fihûşê bi darê zorê têne bikaranîn.

Lattimer diyar kir ku li gel vê jî li Iraqê serweriya hiqûqê tine ye û hin bendeyên Qanûna Cezayê rê didin cudakariya li dijî jinan û ji ber vê jî tacizkar û êrîşkar û heta kujer jî bi aramî digerin û serbest têne berdan.

Lattimer destnîşan kir ku ji van 12 saliyên dawiyê ve tundiyê, ji ber zêdebûna tundiyê dînamîkên civaka Iraqê ser û bin bûne û da zanîn ku ev yek jî dibe sedem ku tundiya li ser jinan du qad jinan zêdetir bûye.

JI BO HIKÛMETÊN IRAQ Û KURD PÊŞNIYAR

Di raporê de ji bo jiholêrakirina tundiya li ser jinan gelek pêşniyar pêşkêşî hikûmeta navendî ya Iraqê û Hikumeta Herêma Kurdistanê kir.

Rêxistinê pêşniyar kir ku di Qanûna Cezayan de reform bên kirin, divê polîsên jin û hejmara endamên ewlekariyê bên zêdekirin, divê desteka ji bo jinên rastî tacîz, tecawiz û tundiyê tên bê zêdekirin, û ji bo êrîşkar bi awayekî çalak bêne darizandin, divê qanûn li gorî standardên navneteweyî bêne amadekirin.

Endama Yekîtiya Jinên Iraqê Şahta Besaranî têkildarî raporê daxuyaniyek da Ajansa Nûçeyan a IPS’ê û da zanîn ku di van salên dawiyê de gelek raporên mîna vê têkildarî jinên Iraqî hatine weşandin û divê êdî rêxistinên navneteweyî û NY’yê jî ji bo rewşa jinên Iraqî bihîstyar bin.

Besaranî da zanîn ku tu sînorê tundiya li dijî jinan tine ye û got: “Gelo bi rastî jî sîstemeke me ya darazê ya ku bi kare zilamê ku jina xwe kuşt û şewitand bidarizînin heye yan na?”