Li Îranê êrîşên li dijî jinan tên protestokirin

Li Îranê êrîşên li dijî jinan tên protestokirin

Li Îranê di demên dawî de li dijî jinan êrîşên asîtê pêk tên û ev rastî bertekên gel hat. tenê li bajarê Îsfahan di mehên dawî de 8 êrîş hatin tespîtkirin û gumana ku ev êrîş ji aliyê rêxistina radîkal ve tên kirin heye.

Li bajarê Îsfana a Îranê di mehên dawî de li dijî jinan êrîşên asîtî pêk tên û li dijî vê bi hezaran daketin kolanan. Nêzî 2 hezar kesên li ser çapemeniya civakî xwe rêxistin kirin û diyar kirin ku faîlên êrîşên li dijî jinan hêzeke rêxistiniye.  Girseyê diyar kir ku rayedarên hikûmetê jî nobedarên kevneşopiyê ne.

Li Îsfahanê di mehên dawî de herî kêm 8 jin rastî êrîşê hatin û tê gotin ku hejmara rast zêdetire. Heta niha 4 gumanbar ji ber van bûyeran hatin binçavkirin û  tê gotin ku kesên motosîkletê bikartînin, nêzî wesayîtên ku jin bikartînin dibin û  asîta di destê wan de davêjin ruyê jinan.

Tê gotin ku kesên van êrîşan pêk tînin bi hinceta ku li gorî terza girtinê ya bi navê ‘hîcap’ tevnagerin jinan dikin hedef û  tê gotin ku jinên rastî êrîşan tên divê po û boxaza xwe tam bigirin.rayedarên polîsan yê Îranê Îsmaîl Moghadam jî ev îdia red kirin û îdia kir ku jinên rastî van hedefan tên jî zêdetir zarokên malbatên oldarin.

Li gorî parêzvana mafê mirovan parêzer Ferîde Geyrat li pişt vê  êrîşa li hemberî jinan hêzeke rêxistinkirî heye û wiha got: “Li gorî daneyan êrîş ji yek navendê tên rêxistin kirin û ev êrîş bi kesên cuda tên kirin. Her wiha ji bo cezakirina van êrîşkan hêviya min tuneye.

Protestoyên li dijî êrîşa jinan rastî dema ku pêşnûmeya qanûnî ya ku xalên der barê kevneşopiyên îslamî pêk bên û li meclisê tê nîqaşkirin hat. kanûna ku roja yekşemê anîn meclisê, di mijara ku divê kevneşopiyên îslamê ji aliyê gel ve pêk bê, de xal hene. 
Serokkomarê Îranê Hasan Rohanî hêj der barê van êrîşan de tiştek negotiye û di rojên borî de di axaftina ku kir de diyar kir ku hinek kes ji bo wî dibêjin nobedarê kevneşopiyê û got ew vê qebûl nake.