Li Hindistanê hovîtiya li dijî zarokên keç didome

Li Hindistanê ev şerê çend hefteyan e, protestoya li dijî hovîtiya tecawizkirina zarokên keç didome. Roja Înê jî tecawiz û şewitandina bi zindî pêk hat.

Li Hindistanê li gorî daneyên sala 2016’an tecawizî nêzî 40 hezar jinan hate kirin. Di van hefteyên borî de jî bûyerên hovîtiyê zêdetir bû.

Di hefteya borî de piştî ku tecawizî du zarokên keç hate kirin, ev keç bi saxî hatin şewitandin. Roja Înê zarokeke din dîsa bi vî awayî hate qetilkirin.

Li gorî daxuyaniyê polîsên Sagar a eyaleta Madhya Pradeshê zarokeke 16 salî bi saxî hate qetilkirin.

Tecawiz û qetlîama li ser jinan ya ku kêşeyeke mezin  a welat e, di van hefteyên borî de jî didome. Çend roj berê li eyaleta Jharklandê piştî ku tecawizî du zarokan hate kirin, ev zarok bi zindî hatibûn şewitandin. Zarokek mir a din jî têkoşîna wê ya jiyanê didome.

Herî dawîn hikumetê biryar dabû ku tecawiza li zarokên biniya 12 salî ew ê cezayê wê îdam be. Li Hindistanê di sala 2016’an de nêzî 40 hezar tecawiz hatibû tespîtkirin û ji ber ‘sedemên çandî’ ev bûyer tên veşartin û tê texmînkirin ku ev hejmar di rastiyê de gelekî zêde ye.