Li Hindîstanê hovîtî: Tecawiz kirin, şewitandin û reviyan

Li Rojhilatê Hindîstanê du zilaman tecawizî keçeke zarok kirin, şewitandin û reviyan.

Li gorî daxuyaniya polîsên herêmî li eyaleta Jarkhandê, li daristanekê keçeke 16 salî dema ku bi malbata xwe re çûbû dawetekê du zilaman tecawizî wê kirin.

Malbata keçikê çû meclîsa yixtiyaran û gilih kirin. Meclîsê cezayê ku 100 carî egzersiza zik bikin û 50 hezar rûpî (750 dolar) da. Bersûcên ku li dijî vê biryarê hêrs bûn, êrîş birin ser malbata keçikê.

Polîsên herêmî ku ji AFP’ê re axivî, got, ‘’Pitre êrîş birin ser mala qurbanî û bi alîkariya hevkarê sûc ew bi saxî şewitandin.’’

Li Hindîstanê meclîsa yixtiyaran bi piranî probleman çareser dike, bêyî ku  serî li pergala domdirêj û bi mesref bidin bi vî rengî li çareseriyê diğerin. Her çendî ti hikmê hiqûqî yê biryara wan nebe jî li ser civaka li bejahiyê bandora wê zêde ye.

Polîsê xwecih diyar kir ku êrîşkar  reviyane û komîsyoneke taybet a lêpirsînê hatiye avakirin.