Li hin welatan êrîşên li dijî perwerdeya keçan zêde bûn

Nûneriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî da xuyakirin, ku li hemberî perwerdeya zarokên keç li hin welatan êrîş zêde bûne.

Nûneriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî da xuyakirin, ku li hemberî perwerdeya zarokên keç li hin welatan êrîş zêde bûne.

Nûneriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di rapora xwe ya li Cenevreyê aşkera kir de, di mijara êrîşên demên dawî de alarm da.

Di raporê de hat bibîrxistin ku li herêma Peşawar a Pakîstanê di meha Kanûna par de di êrîşa li hemberî dibistanekê de zêdeyî 100 xwendekarên zarok hatin qetilkirin, di Nîsana 2014'and e li bakurrojhilatê Nîjeryayê koma tundraw a Îslamî Boko Haram zêdeyî 300 zarokên keç revand û di sala 2012'an de jî Malala Yûsûfzayî li Pakîstanê rastî sûîqestê hat.

Di raporê de her wiha cih ji van bûyeran re hat veqatandin: Di navbersa salên 2012'an û 2014'an de li Afganîstanê zarokên keç hatin hepskirin an jî rastî êrîşên bi asîtê hatin, li Somalî, zarokên keç ji bo bi milîsên Şebab ên Îslamî re werin zewicandin bi zorê ji dibistanan hatin girtin, di Tîrmeha 2013'an de li Hîndîstanê, li dibistaneke Xiristiyan zarokên keç hatin desteserkirin û rastî îstîsmara zayendî hatin.

Li gel vê yekê, li Komara Kongo ya Demokratîk, Salvador, Haîtî, Endonezya, Iraq, Malî, Bûrma, Fîlîpîn û Sûriyeyê, bal hat kişandin ser şîdeta zarokên keç û mamosteyên di dema çûyîna dibistanê de lê rast tên.

Di raporê de, ji bo têkoşîna li dijî şîdeta li hemberî zarokên keç û dawîanîna li cihêkariya civakî û çandî, hin rêze tedbîr hatin pêşniyarkirin.