Li Hîldesheîmê Sara, Rojbîn û Ronahî hate bibîranîn

Sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Doğan (Rojbîn), Leyla Şaylemez (Ronahî) ji alyê dewleta Tirk 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin di salvegera 7’an de li Hîldesheîmê hatin bibîranîn.

Kurdistaniyên li Hîldesheîm a Elmanyayê dijîn, bi wesîleya 7’emîn salvegera Qetlîama Parîsê ku têde Sakîne Cansız, Fidan Doğan û Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn.

Bîranînê li salona Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistanîyên li Hîldesheîmê (NCDK) Komîna jina ya Şehîd Meryem organîze kir. Berî ku bîranîn destpê bike şehîdê Kurd û Kurdîstanê deqeyek rêz hate girtin.

Li ser navê Komîna Jinan a Şehîd Meryem Medîne Çobanoglû axivî  û got: “Hersê jinên şoreşger ne ji bo xwe, ji bo welat, çiyayên welat û ji bo her derê û di serî de ji bo mafên jinê canê xwe feda kirin. Em vêqetlîamê şermezar dikin.

Nunerê YJK-E Hakîme Yousef jî got: “Parîs a ku weke cihê heskirin, hebûn û mirovahiyê tê pênasekirin nikarî sê jinên şoreşger ê ji bo mirovahiyê li ber xwe didan biparêzin. Gelê Kurd 7 salin ji bo ronîkirina qetlîamê û xwedîderketina li wan li ser piyan e û şopdarê vê dozê ne.”

Nûnera TJK-E Jinda Nûrhak jî her sê jinên şoreşger Sakîne, Fîdan û Leyla bibîr anî û got: “Fransa xwestin vê qetlîamê binixûmîne lê Kurditaniyan bi berxwedana xwe kir ku di serî de dewleta Tirk û hêzên din yên li pişt vê qetlîamê derxistin holê. Têkoşîna me ya azadiyê wê li her derê dewam bike.”

Piştî axaftinan û şûnde çalakî bi dirûşên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.