Li Hewlêrê pêşangeha wêneyan a Bêrîvan Bûlût hate vekirin
Pêşangeha wêneyan a xwendekara zanîngehê Bêrîvan Bûlût rastî eleqeyeke mezin tê.
Pêşangeha wêneyan a xwendekara zanîngehê Bêrîvan Bûlût rastî eleqeyeke mezin tê.
Bêrîvan Bûlût a ku li Zanîngeha Selahadîn a Hewlêrê beşa Arkeolojî xwendiye, pêşangeha wêneyan vekir. Pêşangeh li Galeriya Cîhan Art a Hewlêrê hate vekirin û ji aliyê ciwanan ve rastî eleqeyeke mezin tê.
Di pêşangehê de 20 tabloyên wêneyan hene. Di piraniya tabloyan de Bêrîvanê jin kiriye mijar û xêz kiriye. Pêşangeha ku di 9’ê Gulanê de dest pê kir wê heya 17’ê Gulanê berdewam bike.