Li Herne û Bonnê çalakiyên 25’ê Mijdarê
Li Herne û Bonnê çalakiyên 25’ê Mijdarê
Li Herne û Bonnê çalakiyên 25’ê Mijdarê
Li bajarên Herne û Bonnê yên Elmanyayê çalakiyên 25’ê Mijdarê hatin lidarxistin. Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Tundiya li dijî Jinan de semînerek hate lidarxistin. Li bajarê Bonnê jî mîtîngek hate lidarxistin.
HERNE
Li bajarê Herne yê Elmanyayê bi pêşengiya jin û ciwanên Rojavayî li komeleya Sialva semînerek hate lidarxistin. Semîner her hefte pêk tê. Vê hefteyê mijara semînerê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan bû.
Semîner bi qasî du saetan berdewam kir. Vê carê jî ji Enstîtuya Kurdan a Elmanya Aysel Avesta Aydin tevlî semînerê bû.
Di semînerê de nêzî 30 jin û ciwan amde bûn. Aydin bal kişand ser dîroka têkoşîna jinan û bal kişand ku piştî derketina çînan ev wekhevî ji holê rabûye.
Aydin desntîşan kir ku ya ku di şexsê DAIŞê de, li Rojava bin ket hişmendiya serdest a zilam e. Di beşa duyemîn a semînerê de beşdaran mafê axaftinê kirin û panel bi pirs û bersivên têkildarî têkoşîna jinan berdewam kir.
BONN
Li bajarê Bonnê jî di çarçoveya 25’ê Mijdarê de mitîngek hate lidarxistin. Meclîsa Jinan a Sarayê û jinên herêmê mîtîngek li dar xistin. Mitîng saet di 17.00 de, ji Remiguisplatzê berdewam kir. Di mîtîngê de “Ji tundiya li ser jinan re na” û posterên jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku li Parîsê hatin qetilkirin hatin hildan û belavokên TJKE hatin belavkirin.
Ji Meclîsa Jinan a Sarayê dayika Rojîn axaftinek kir û got: “Berxwedana ku Xwişkên Mirabel des pê kir, ji aliyê jinan ve dewr hatiye girtin. Vê berxwedanê mezin kirin” û diyar kir ku hişmendiya ku xwişkên Mirabel qetil kirin îro Kobanê û Şengalê berdewam dikin.
Dayika Rojîn da zanîn ku lê jinên Kurd ên leheng destûr nadin vê yekê û diyar kir ku bi çalakiyên xwe yên mezin berxwedana xwe mezin dikin. Dayika Rojîn banga xurtkirina têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê kir. Di mîtîngê de dirûşmên “Bijî Berxwedana YPJ’ê”, “Bijî Berxwedana Şengal û Kobanê” û “Jin Jiyan Azadî” qîriyan.