‘Li her qada jiyanê divê têkoşîn bê mezinkirin’

Jin ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê li Parîs, Cenevre û Kopenhagê daketin qadan, ji şideta li jinê re gotin na, li dijî hişmendiya serwer a mêr banga mezinkirina têkoşînê kirin.

Ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê li paytexta Fransa Parîs, bajarê Cenevre yê Swîsre û bajarê Kopenhag ê Danîmarkayê jin daketin qadan û li dijî şideta li jinê banga mezinkirina têkoşînê kirin.

PARÎS

 Bi hatina gel hev a 70 rêxistinên jinan ku Tevgera Jinên Kurd ên Fransa jî di nav de ku însyatîfa Noûstoûtesê pêk tîne, jin li Parîsê daketin qada û li dijî şideta li jinê meşiyan.

Bi sedan jinên li Qada Operayê kom bûn ber bi Qada Repûblîqûe yê ve meşiyan. Di meşê de dirûşmên ‘Jin, jiyan, azadî’ û “Ji şideta li jinê re na’ qîr kirin.

Di meşê de pankartên ku bal dikişîne ser têkoşîna jinê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê û her diçe li cîhanê rêjeya qetilkirina jinan zêde dibe hatin hilgirtin.

Li qada Rîpûblîqûe axaftin hatin kirin û di axaftinan de bal hate kişandina şideta li jinê ku her diçe zêde dibe. Hate gotin divê jin li her qada jiyanê li dijî hişmendiya serwer a mêr têkoşînê mezin bike.

KOPENHAG

Bi heman armancê li bajarê Kopenhag a Danîmarkayê çalakiyek hate kirin. Jinên ku li ser rêya Vesterbros Torve hatin ba hev, heta qada şaredariyê meşiyan. Di meşê de dirûşmên ‘Jin, jiyan, azadî’ hate qîrkirin.

Piştî meşê mîtîngek hate kirin û di mîtîngê de li ser navê Meclîsa Jinan a Sêvê Saîme Bîlen axivî. Bîlen da xuyakirin ku di her qada jiyanê de jin dibin mexdûr û divê jin li dijî şidetê xwe bi rêxistin bike. Bîlen a çalakiya Leyla Guven silav kir got: “Divê jin li kû dibin bila bibin li dijî faşîzmê xwedî wê hêzê ye ku serî rake.”

CENEVRE

Bi sedan jinên ku ji bo 25’ê Mijarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê li bajarê Cenevre yê Swîsreyê hatin ba hev, meşek lidar xistin. Meş ji pêşiya Zanîngeha Cenevre ya Ûnîmaîl destpê kir heta navenda bajar dewam kir. Meşa ku ji aliyê şaredariya bajar ve jî hate destekkirin, rêxistinên femînîst jî tevlî bûn.

Di meşê de pankarta bi nivîsa ‘Şideta li jinê polîtîk e’ hate vekirin, bi yek dengî dirîşmên ‘Bedena min e, terciha mîn e’, ‘Min azad neke, ez ê bi xwe bikim’ û ‘Ji şideta li jinê re na’ hate qîrkirin.

Di axaftinên çalakiyê de hate kirin bal hate kişandina ser newekheviya jin û mêran a li Swîsreyê û banga mezinkirina têkoşînê li jinan hate kirin.