Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

NÛ BÛ- Li Ewropa çalakiyên’25’ê Mijdarê’

Li bajarê Gîessen ê Elmanya, bajarê Marsîlya yê Fransan, bajarê Lîmasol ê Qirbirs û paytexta Îtalya Romayê ji bo 25’ê Mijdarê çalakî hatin kirin.

DUSELDORF

Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê ji bo Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê û Piştgirîkirinê bi dirûşma ‘Şideta li jinê polîtîk e’ mîtîngek hate kirin. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên li Eyaleta Nordrheîm Westfalenê tevlî çalakiyê bûn.

Meş saet 13:00’an ji pêşiya Stasyona Trenê ya Navenda Dusseldorfê bi vekirina pankartên ‘Şideta li jinê polîtîk e. Ev dibe tu jî be’ û ‘Li dijî faşîzim û zayendparêziyên xweparastin’ hate destpêkirin. Dîsa flamayên Tevgera Jinên Êzidî yên Kurd ên Ewropa (TJK-E) û Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidxanê (TAJÊ) ku rêxistina sêwan a jinên Êzidiye hatin hilgirtin.

Di meşê de dirûşmên ‘Jin, jiyan, azadî’, ‘Bijî têkoşîna azadiya jinê’ û ‘Bijî hevgirtina enternasyonalîst’ hatin qîrkirin.

Di mîtînga li pêşiya parlemetoya Eyaleta NRW’ê hate kirin de li ser navê Tevgera Jinên Kurd, li ser navê jinên Elman, Îranî, Efganî axaftin hatin kirin. Çalakî saet 15:00’an bi dirûşmên ‘Jin, jiyan, azadî’ bi dawî bû.

BREMEN

Li bajarê Bremenê ji aliyê Meclîsa Jinê a Sêvê û dostên wan ve ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê mîtîngek hate kirin. Di mîtîngê de li gel jinên Elman, Efgan gelek jinên ji netewên cihê amade bûn.

Di mîtîngê de li ser navê Meclîsa Jinan a Sêvê, Koma Jinan a COURAGE, Rêxistina Jinan a Efgan a 8’ê Adarê, MLPD, Yekîtiya Jinên Êzidî axaftin hatin kirin.

Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir û hate gotin ku şidet parçeyek ji serweriya mêr û sîstema kapitalîst e. Dîsa peyama têkoşînê li jinan hate kirin ku li dijî her cûre şidetê li ber xwe bidin.

Mîtîng bi dirûşma ‘Jin,jiyan, azadî’ bi dawî bû.

FRANKFÛRT

Ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê ji aliyê Meclîsa Jinan a Frankfûrt, Meclîsa Jinan a Sêvê a Offenbach û Meclîsa Jinan a Nûjîn a Hanoû yê ve meşek hate organîzekirin. Meş saet 14:30’î ji pêşiya Frankfûrt HBF’ê destpê kir.

Di meşê de li ser navê YJK-F Vîldan Dîrîk axivî û diyar kir ku her roja diçe şideta hişmendiya serwer a mêr ya li dijî jinê zêdetir dibe û hate destnîşankirin ku divê ji bo qirkirina jinan êdî bêjin ‘rawest e’.

Piştî axaftinan û şûnde belavoka Elmanî ya ji bo 25’ê Mijdarê ya YJK-Fku hatibû amadekirin hate xwendin.

ÛLM

Li bajarê Ûlm ê Elmanyayê HDK-A, SKB, TJK-E, SYKP, ADKH, Jina Nû, MLPD, Rebell, Kolektîfa Xemrî-Sor û jinên endamên Federasyona Anadolûyê ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê û Roja Piştgiriyê li navenda bajar xwepêşandanek lidar xistin.

Aktivîteya ku ji aliyê Platforma Jinan a Ûlm’ê hate organîzekirin ji Munsterplatzê bi coş hate kirin.

Di çalakiyê de li gel axaftinan, bi stran, sirûd jî hatin xwendin.

DARMSTADT

Bi heman armancê li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê jî mîtîngek hat lidarxistin. Mîtîng bi deqeyek rêzgirtin ve destpê kir û daxuyaniyek hate dayîn

Di mîtîngê de aktivîsta TJK-E’yê Zozan Serhat bal kişand ser têkoşîna jinê.

Çalakî bi qîrkirina dirûşim û guhdarkirina stranan ve bi dawî bû.

GÎESSEN

Li bajarê Gîessen ê Elmanyayê ji aliyê Meclîsa Jinan a Berçem ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê mîtîngek hate kirin.

Çalakî li Kîrchen Platzê bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir. Di daxuyaniyê de bal hate kişandina ser girîngî û wateya rojê û polîtîkayên şer. Hate diyarkirin ku her roj bi dehan jin tên qetilkirin û banga xurtkirina têkoşînê hate kirin.

Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Frnasayê ji bo 25’ê Mijdarê meşek hate kirin. Di çalakiya bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan a Marsîlyayê de hate kirin, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatibûn qetilkirin hatin bilindkirin. Dîsa girseyê alên PKK, YPG, YPJ û TJH-E hatin bilindkirin û qada Vîrûx Port mîtîngek hate kirin.

LÎMASOL

LI Lîmasol a Qibrisê jî ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê çalakiyek hate kirin. Meş bi pêşengtiya TJK-E ve ji Navenda Çand Kurd a Theofîlos destpê kir heta pêşiya avahiya Şaredariya Lîmasol dom kir. Di meşê de bê navber dirûşmên ‘Jin, jiyan, azadî’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin qîrkirin. Çalakî bi daxuyaniyekê ve bi dawî bû.

ROMA

Li paytexta Îtalya Romayê jî jinên Kurd û Îtalî meşek lidar xistin. Di meşê de dirûşmên ‘Jin, jiyan, azadî’û ‘Ji qirkirina jinê re na’ hatin qîrkirin.