‘Li her çar parçeyên Kurdistanê sedemên têkoşîna me weke hev in’

‘Li her çar parçeyên Kurdistanê sedemên têkoşîna me weke hev in’

Hevseroka PYD'ê Asya Ebdûla da xuyakirin ku li her çar perçeyên Kurdistanê sedemên têkoşîna jinê weke hev in û got, "Lewma divê em têkoşîna netewî xurt bikin û têkoşîna xe ya li her çar parçeyên Kurdistanê veguherînin rêxistinbûyîna jinê."

Beşdara 1. Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn Hevseroka PYD'ê Asya Ebdûla bersiv da pirsên ANF'ê.

Li Rojavayê Kurdistanê li ser pîvana wekheviyê, rêveberî û rêxistinbûyînek heye. Gel bi çi rengî nêzî vê rewşê dibe?

Bi xebatê xwe yên li Rojavayê Kurdistanê re, em hewl didin rêveberiyek li ser bingeha jinê ava bikin. Û bi vî rengî rêxistin dibe. Di her qada rêveberiyê de, jin li pêş in. Ev, di warê felsefî û siyasî de ji bo me girîng e. Herçend li hin nuqteyên civakî kêmasî û pirsgirêk rû didin jî em di heman kêliyê de dest lê werdidin û pirsgirêkê çareser dikin. Di warê pergalê de jî, em li ser paradîgmayeke nû de pergala xwe didin rûniştandin. Ji bo guherîna mejiyê civakê, vînbûyîn, wekhevê, em di çarçoveya piştevaniyê de kar dikin. Mînak, li Rojava di rewşa heyî de pêkanîn-pergala jor jêr nîne. Pergalek li gorî wekheviya zayendî heye.

Rûniştandina rêveberiyeke bi pêşengiya jinê, di demeke kin de zehmet dixuye. Lê xwedîderketina gel li vê rêbaza rêveberiyê gelekî girîng e. Vê rêbaza rêveberiyê li Rojavayê Kurdistanê rê li ber vîneke mezin vekir.

Rêveberiya li Rojava bi pêşengiya jinên Kurd dibe. Di çarçoveya vê rêveberiyê de ji bo jinê çi hatin kirin?

Di vê rêveberiyê de, rêveberiya xweser a jinê ava bû. Di vê çarçoveyê de hema hema li hemû taxên li Rojava meclîsên jinan hatin avakirin. Nêzî 15 meclîsên xweser ên jinan vebûn. Li 3 bajarên mezin akademiyên jinan vebûn. Hem di warê rêxistinî hem jî di warê perwerdeyî de civakê ronî dike, perwerde dike û rê dide ber. Bi armanca têkoşîna li dijî dijwariya li hemberî jinê, ji bo eşkerekirina vîna cewherî ya jinê û tevlêbûna jinê li her qadên jiyan û rêvberiyê, ji bo destpêkê kotaya ji sedî 40 hat rûniştandin. Ev ji bo xweparastina rewa ya jinê, mînakek gelekî girîng e.

'HETA PIRSGIRÊKA KURD BI RÊYÊN DEMOKRATÎK ÇARESER NEBE, DEMOKRATÎKBÛYÎNA SÛRIYÊ ZEHMET E"

Der heqê aliyê wê yê siyasî de..

Beriya şoreşê, konjekturê siyasî yê herêmê gelekî cûda bû. Hem di warê Kurdan hem jî di warê gelên herêmê de siyaseteke cûda dihat meşandin. Bi şoreşê re deskevtiyên ciddî hatin bi destxistin. Aliyê wê yekemîn ev e; Sedema rûdana me ya li Sûriyê, jiyana demokratîk û azad a gelan e. Navenda bingehîn a siyaseta me, xwe dispêre qada sêyemîn. Li ser bingeha siyaseteke demokratîk û jiyaneke wekhev û azad a gelan, avakirina Sûriyeke demokratîk e. Bi şoreşê re me dîtin, ku gelek dewlemendiyên me yên ol, ziman û çandê hene. Lê di heman demê de hat dîtin ku di warê parastin û tevlêkirina van dewlemendiyan li navgînên rêveberiyê de, kêmasî hene. Ne tenê Kurd, divê hemû cihêrengî û dewlemendiya vî welatî, xwe di nava rêveberiyê de karibin bînin ziman. Gava ev şoreş pêk hat, gelek berdêl hatin dayîn. Û divê ev deskevtî bi gelên herêmê re werin nirxandin.

Lingê sêyemîn ê siyaseta demokratîk jî biratiya gelan û xebatên ji bo mayîndekirina polîtîkayên tifaqê yên li Sûriyê. Ev jî bi zelalkirina vîna azad dibe.

Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, pirsgirêka bingehîn a Sûriyê ye. Eger li Sûriyê ev têgihiştina rêveberiyê were rûniştandin, wê Sûriye demokratîk bibe. Lê eger pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser neke, zehmete Sûriye demokratîk bibe.

Ev rêbaza rêveberiyê ji bo gelên li Sûriyê tê çi wateyê? Di qadên rêveberiyê de ji bilî Kurdan gelên din hene?

Li Sûriyeya ku polîtîkayên tinekirin û asîmîlasyonê tê meşandin, ji bo gelên li vî welatî dijîn karibin xwe bi awayekî azad bînin ziman, divê tavilê ev polîtîka rabe. Ev tegihiştina rêveberiyê, wê demokrasiya netewî ya Gelê Kurd û Gelên Sûriyê de xurtir bike. Ji hin aliyan ve deskevtî di vî warî de hatin qezençkirin. Divê ne tenê Kurd, tevahiya gelê Sûriyê li van deskevtiyan xwe derkevin. Û em têkoşîna xwe ya bi gelên din ên li qada rêveberiyê cih digirin, dewam dikin.

EBDÛLLA: HER CIHÊ JIN VALA BIHÊLE, JI BO ALIYÊ DIJBER QADA ÊRIŞAN E

Li Sûriyê pirsgirêkên parastinê tên jiyîn?

Em di siyaseta xwe de şer û dijwariyê weke modêla çareseriyê nabînin. Di nava hemû gelan de daxwaza avakirina xweserî û avakirina parastina rewa ya li dijî êrişan heye. Ev rewşeke rewa ye. Ji ber vê yekê, gelê Sûriyê ne gelekî şer dike, di çarçoveya parastina rewa de xwe diparêze. Pirsgirêkên parastinê yên li Sûriyê, projeya çareseriyê ye.

Şervanên jin ên YPG'ê bala çapemeniya navnetewî kişandin. Di çapemeniyê de dibêjin, "di nava mûxalîfên Sûriyê de hîn bêtir ol derdikeve pêş, lê di nava Kurdan de jin hem bi nasnameya xwe ya netewî hem jî bi nasnameya xwe ya jinê têkoşîna çekdarî dimeşînin." Ji bilî YPG'ê rêxistinbûyîneke çekdarî ya jinan heye?

YPG ne tenê ji bo Kurdan, ji bo parastin, rêxistinbûyîn û perwerdekirina tevahiya Rojava hêzeke berpirsyar e. Mînak, gundên Ereb li êrişê rast hatin û li ser pêwistiya alîkariyê, YPG'ê parastina gelê Ereb jî girt ser milê xwe. Rêxistinbûyîna xweser ji bo me gelekî girîng e. Me weke jinan konferansek lidar xistin û di konferansê de jinan hêza xwe ya xweser YPJ ava kir. Lê ji ber nûbûna me, hin tiştan dibe ku em nizanibin. Divê li her qada jiyanê, jin rêxistinbûyîna xwe ava bikin. Ji ber ku her cihê jin vala bihêle, wê bibe qada êrişa aliyê din. Lewma em xwe li her qada jiyanê bi rêxistin dikin.

YPG di nava meşeke mezin a civakê de weke yekîneyeke PYD'ê tê naskirin...

YPG bi ti partiyê ve bi PYD ve ne girêdayî ye. Bi Konseya Bilind a Kurd ve girêdayî ye û di nava Konseya Bilind a Kurd de 16 rêxistin cih digirin.

"DIVÊ TÊKOŞÎNA NETEWÎ VEGUHERE RÊXISTINBÛYÎNA JINÊ"

Kar û rewşeke we ya hevpar bi rêxistinên jinan ên Sûriyê re hene?

Me bi gelek rêxistinên jinan re ji bo vê armancê têkilî danîn. Di encama van têkiliyan de me Însiyatîfa Jînê ya Sûriyê ava kirin. Û piştre me konferansek li dar xistin. Em dixwazin di dema pêş de vê veguherînin rêxistinbûyîneke sîwanî ya jinan. Em dixwazin jinên Ereb, Suryanî Kurd û hemû gelê li Sûriyê, di bin vê sîwanê de li hev kom bibin.

Rêxistinbûyîna jinê ya li Rojava di kîjan astê de ye? Bi giştî hêviya we ji jinên ji çar parçeyên Kurdistanê çiye?

Di dema vê têkoşîna demdirêj de, têkoşînên jinê ji xwe hebûn. Em di rewşa heyî de, di pozîsyona temamkirina vê de ne. Li her çar parçeyên Kurdistanê li gel xweseriyan jî, di warê parastina nasnameya netewî û avakirina rêxistinbûyîna netewî de, sedemên me yên têkoşînê weke hev in. Ji lewre divê rêxistinbûyîna netewî were xurtkirin û têkoşîna xwe ya li çar parçeyên Kurdistanê veguherînin rêxistinbûyîna jinê. Weke tevgera jinê ya Kurd, me li Amedê yek li Hewlêrê jî yek bi giştî 2 konferansên mezin lidar xistin. Û di encama van konferansan de di warê siyasî û civakî de biryarên girîng stendin.

Hûn 1. Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn a li Amedê çi difirkirin?

Ev konferans, ji bo şoreşa Rojava, di warê konjontura siyasî û pêşveçûnên rojane yên siyasî de, xwedî cihekî girîng e. Me ezmûnên xwe yên şoreşê bi hev re parve kirin û careke din derket holê ku bi hevkariyeke mezin em ji pêvajoyê re pêşengiyê dikin

"ÊRIŞÊN LI EFRÎN Û DERDORA WÊ, RÊVEBERIYA CEWHERÎ YA KURDAN NIKARE TINE BIKIN"

Di rojên dawî de li Efrîn û dedora wê şerên dijwar diqewimin. Tê gotin di van êrişan de OSO û hin aliyên Kurd cih digirin. Çima Efrîn çima niha?

Ev êriş, neqebûlkirina deskevtiyên li Rojava ye. Li dijî deskevtiyên Kurdan hin hêzan tifaq kirin û bi êrişan xwestin rêvberiya xweser û berxwedana Kurdan bişkînin. Kurd li herêmê hêzeke girîng a rêxistinbûyî ye, ev ji aliyê gelan ve jî hatiye qebûlkirin. Li Efrîn, Serêkaniyê û gelek herêmên Kurdan bi rêbazên cûda êriş tên kirin. Lê di encama van êrişan de em dibînin ku gelek însanên ji miletên Sûriyê direvin û xwe li herêmê Kurdan digirin. Ev êriş di heman demê de êrişên cidî yên rejîma Baas e. Û ev êriş ne demî ne. Ev êriş dewama polîtîkayên tinekirin û asîmîlasyonê nîşan didin. Divê tavilê dest ji van polîtîkayan were berdan. Êrişên bi vî rengî nikare rêxistinbûyîn û rêveberiya xweser a Kurdan ji holê rakin. Berxwedana gelê Rojava bi xwe re azadiya herêmê anî. Ev yek jî, ji bo aliyê dijber bû sedema êrişan.