'Li hemberî her cure şîddetê em ê xwe biparêzin'

Meclîsa Jinan a HDP'ê di çarçoveya kampanyaya "Ev wisa naçe, jin destûrê nadin" de hatin gel hev.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Besîme Konca di hevdîtinê de axivî û got, "Li dijî her cure şîddetê em ê xwe biparêzin. Di dîrokê de tu rejîma otorîter demeke dirêj li ser pêyan nemaye. Em jî xwe dispêrin vê tecrubeya dîrokî û em dibêjin ev wisa naçe û ew ê jin destûrê nedin vî tiştî."

Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Enqereyê di çarçoveya kampanyaya "Ev wisa naçe, jin destûrê nadin" bi jinan re civiya. Endamên meclîsa jinan û gelek jin beşdarî vê hevdîtinê bûn.

'TÊKOŞÎNA JINAN NE ROJANE YE'

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Besîme Konca di hevdîtinê de axivî û got, "Têkoşîna jinan kir ku avadaniya îdeolojîk û siyasî ya rejîmê biguhere. Têkoşîna jinan ne nerazîbûna me ya rojane ye."

'DIXWAZIN ŞERÊ LI ROJHILATA NAVÎN BÎNIN TIRKIYEYÊ'

Konca têkildarî civîna meclîsê ya ji bo tezkereyê jî got, "Şerê li Sûriye, Iraq û Rojhilata Navîn encama vî tiştî ye ku desthilatdarî dixwaze vî şerî bîne Tirkiyeyê. Wê berdêla vî şerî herî zêde jin û zarok bidin."