Li Hannoverê bi kincên bi xwîn çalakiya "em edaletê dixwazin"
Li Hannoverê bi kincên bi xwîn çalakiya "em edaletê dixwazin"
Li Hannoverê bi kincên bi xwîn çalakiya "em edaletê dixwazin"
Li bajarê Elmanya Hannoverê, bi armanca ronîkirina kiryarên komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileyê, li ber konsolosa Fransayê çalakiya "em edaletê dixwazin" hat lidarxistin. Di çalakiyê de xwepêşandêran maskeyên siyasetmedarên jin ên li Parîsê hatin kuştin bi rûyê xwe ve kirin û kincên bi xwîn li xwe kirin.
Bi armanca ronîkirina komkujiya 9'ê Çileyê ya li Parîsê ku yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hatin kuştin, li bajarê Elmanya Hannoverê li ber konsolosa Fransayê çalakiya "em edaletê dixwazin" hat lidarxistin. Ji ber ku konsolosa Fransayê ya li vî bajarî roja Çarşemê girtiye, Kurd çalakiya xwe roja Pêncşemê lidar dixin.
Kurdistanî û dostên wan îro danê sibê li ber konsolosa Fransayê ya li navenda bajêr hatin cem hev û careke din banga "komkujiya 9'ê Çileyê ronî bikin" li hukûmeta Parîsê kirin. Girseya gel li ber pankarta bi nivîsa "Krîmînalîzekirina Kurdan sûç e" hatin cem hev û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û siyasetmedarên jin ên Kurd ên hatin kuştin, hilgirtin.
Girseya gel her weha maskeyên bi wêneyên hersê siyasetmedarên jin ên Kurd bi rûyê xwe vekirin û bi kincên bi xwîn ên li ser xwe, bal kişandin ser komkujiyên li Kurdistanê. Çalakiya ku vê heftê ya 16. hate lidarxistin, bi bêdengî bi dawî bû.