Li Hambûrgê jinên ciwan çalakiya bikefen pêkanîn

Li Hambûrgê jinên ciwan çalakiya bikefen pêkanîn

Li bajarê Hamburg yê Almanyayê komîsyona jinên ciwan bidaxwaza ronîkirina komkujiya sê jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ya 9’ê Çileyê li Parîsê, mitîng pêkanîn. Çalakiya edaletê ya 36’mîn care pêktê li semta Altona hate li darxistin.

Jinên ciwan ên Kurdistanî ku kefenê spî li xwe kirin û maskeyê jinên Kurd ên hatine qetilkirin danîn ber rûyê xwe, li ser navê jinan axaftinek hate kirin. Di axaftinê de hate gotin ku, li rexmî 9 meh û nîv li ser komkujiyê re borîn û heya niha rayedarek yê Fransayê daxuyaniyek zelal nedaye, hate şermezarkirin. Hate diyarkirin ku, ev nêzîkatî dide diyarkirin ku dewlet hevkarê sûce. Weke din di axaftinê de gerîlaya PKK’ê ya Alman ku li gel 23 hevalên xwe di 23’ê Cotmeha 1998’an de jiyana xwe ji dest da hate bîranîn.

Di çalakiya ku bi sedan danezan hatin belavkirin de, xelkê semta Altona eleqeyek mezin nîşanî çalakiya bikefen û maske da. Jinan da diyarkirin ku, heta komkujî ronî dibe ew dê çalakiyên xwe berdewam bikin.