Li Hambûrgê çalakiya "Em edaletê dixwazin"
Li Hambûrgê çalakiya "Em edaletê dixwazin"
Li Hambûrgê çalakiya "Em edaletê dixwazin"
Li bajarê Elmanya Hambûrgê, bi armanca ronîkirina komkujiya Parîsê, çalakiya "Em edaletê dixwazin" hat lidarxistin.
Çalakiya ji bo ronîkirina komkujiya Parîsê ya sê soreşgerên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin kuştin, li ber avahiya Konsolosa Fransayê bi beşdariya endamên meclîsa gel, welatparêz û demokrat, pêk hat. Di çalakiya ji aliyê jinên ciwan ve hat organîzekirin de, beşdaran kefenên spî li xwe kirin û maskeyên wêneyê hersê şoreşgerên jin ên Kurd lê bû, bi rûyê xwe ve kirin.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo têkoşerên di rêya azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dan destpê kir û di axaftina li ser navê jinên ciwan de hukûmeta Fransayê hat rexnekirin ku li gel di ser komkujiyê 5 meh derbas bûne jî, komkujî nehatiye ronîkirin.
Di axaftinan de hat ragihandin, ku bi nîşandan sûcdarekî bi tenê, ev komkujî nayê ronîkirin û hat gotin, "Di ser girtina vî kesî re 5 meh derbas bûn, lê hînê hukûmeta Fransayê daxuyaniyek nedaye. Ev rewş bi ti awayî nayê qebûlkirin."
Jinan destnîşankirin, ku heta komkujî were ronîkirin ewê çalakiyên xwe dewam bikin.