Li Hamburg, Munchen û Den Haagê çalakiyên edaletê
Li Hamburg, Munchen û Den Haagê çalakiyên edaletê
Li Hamburg, Munchen û Den Haagê çalakiyên edaletê
Çalakiyên Çarşemê yên ji bo sê şoreşgerên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin bi daxwaza edaletê tên lidarxistin, li bajarên Elmanya Hamburg û Munchenê û li bajar Holanda Den Haagê dewam kirin.
HAMBURG: Di roja 672. a komkujiya li Parîsê de, Kurdistanî û hevalên wan ên li bajarê Elmanya Hamburgê dijîn, ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez edalet xwestin. Di mîtînga li semta Altona de nûnera Meclîsa Jinê ya Rojbîn axivî. Di axaftinê de hat bibîrxistin ku cînayet hînê ji aliyê fermî ve nehatiye ronîkirin û bang li dewleta Fransayê hat kirin ku bi berpirsyariya xwe rabe. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku mîna komkujiya li Parîsê dewleta Tirkiyeyê jinan her qetil dike û Kader Ortakaya ya di hefteya derbasbûyî de li ser sînorê Kobanê ji aliyê leşkerên Tirk ve hat qetilkirin hat bîranîn.
Dûre li ser navê MLPD axaftinek hat kirin û hat xwestin ku destek ji berxwedana Kobanê re bê dayîn û qedexeya li ser PKK'ê were rakirin. Di mîtîngê de her wiha li ser navê Karkerên Bendergehê ya Navneteweyî, daxuyaniyek bi sernavê 'Kobanê wê nekeve' hat xwendin.
Di mîtîngê de gelek belavok hatin belavkirin û hat ragihandin ku wê roja Çarşemê saet di 16'an de li Heimhuder Strasseyê li ber Serkonsolosiya Fransayê çalakî bê lidarxistin. Hat diyarkirin ku heman rojê saet di 19'an de jî li Zanîngeha Hamburgê wê bi beşdariya Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, Parlamenterên Partiya Çep Jan van Aken û Cansû Ozdemîr panelek bê lidarxistin û banga beşdariyê hat kirin.
MUNCHEN: Li bajarê Elmanya Munchenê jî, ji bo şoreşgerên jin ên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiya li ber Konsolosiya Fransayê de wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin hildan. Di çalakiya ku li ser komkujiya li Parîsê belavok hat xwendin de, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê jî hatin şermezarkirin.
DEN HAAG: Li bajarê Holanda Den Haagê jî çalakgeran li ber avahiya Şaredariyê komkujiya li Parîsê şermezar kirin. Çalakgeran diyar kirin ku tevî di ser komkujiyê re 672 roj derbas bûne jî berpirsyar hînê nehatiye aşkerakirin û destnîşan kirin ku heta ji Fransayê gavek neyê avêtin, ew ê çalakiyên xwe dewam bikin.