Li gorî Fînlandiyayiyan #Metoo bandoreke erênî li civakê kiriye

Li gorî anketekê, gelê Fînlandiyayê dibêje; kampanya #Metoo ya ku li dijî destavêtin û destdirêjiya li jinan dest pê kiriye, bandoreke erênî li civakê kiriye.

Anket ji aliyê şîrketa bi navê Taloûstûtkîmûsê ve ji bo Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Fînlandiyayê (Yle) ve hate kirin.

Li gorî anketê, 51 ji sedî yê gelê Fînlandiyayê dibêje, kampanya #Metoo bandoreke erênî li civakê kiriye.

56 ji sedî yê jinan dibêjin kampanya gelekî baş e. Rêjeya mêrên ku vê kampanyayê erênî dibînin 41 ji sedî ye.

Lê belê her yek ji çar mêran gotin, kampanyayê bandoreke neyînî li têkiliya wan a jinan re kiriye.

Mezûnên dibistana bilind, karmend û rewşenbîran desteka herî mezin dan kampanya #Metoo.

Kampanya #Metoo li Fînlandiyayê bi etîketa "Bend diderize" dest pê kir. Yek ji rêveberên kampanyayê Ylva Parera diyar kir ku desteka gel a ji bo kampanyayê girîng e.

Parera bal kişand ser desteka Mêran a ji bo kampanyayê û got, "Fêhmkirina girîngiya vê yekê û pêwîstiya bi sererastkirinê cihê kêfxweşiyê ye. Guhertina nêzîkatiyan wê bi kêrî her kesî were."

Li Fînlandiyayê 5 hezar jinan meha Mijdarê bi etîketa "Bend diderize" (#Dammenbrister) li dijî destdirêjî û destavêtinê dest bi kampanya #Metoo kirin û vê yekê di demeke kin de bandoreke mezin kir.

Piştî ku mijar kete rojeva parlamentê, hikumetê, karsaz û sendîkayan ji bo pêşîgirtina li destdirêjî û destavêtinê dest bi nîqaşkirina tedbîran kirin.