Jina bi navê M.A. ya ku demekê di Girtîgeha Sergirtî ya Karataşa Mêrsînê de ma, ragihand ku hema bêje hemû jinên girtî cezayê hevdîtina vekirî û girtî girtine, nameyên ji girtiyan re tên nadin girtiyan û 2 girtî li ser textekê radizên.
Binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê bê navber berdewam dikin. Jina bi navê M.A. piştî ku ji girtîgeha Karataş a Mêrsînê tehliye bû, behsa binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de kir.
M.A. jî bi îdîaya “endama rêxistinê ye” demek div ê girtîgehê de ma û piştî ku serbest hat berdan, tiştên hatine serê wê ji Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Mêrsînê re got. M.A. ji ber ewlehiya canê xwe nexwest navê xwe aşkere bike, , ragihand ku hema bêje hemû jinên girtî cezayê hevdîtina vekirî û girtî girtine, nameyên ji girtiyan re tên nadin girtiyan û 2 girtî li ser textekê radizên.
M.A. got; “Dema ez hatim hemû jin di hucreyên takekesî de bûn. Qawiş pir qelebalix bûn û li ser her textekê du jin radizan. Bi hincetên pûç û vala nameyan desteser dikirin. Nameyan bi hinceta “pevnivîsên rêxistinê’ asteng dikirin.”
Serokê ÎHD’ya Mêrsînê Alî Tanriverdî jî da diyarkirin ku der barê Girtîgeha Sergirtî ya Mêrsînê de heta niha gelek serlêadnên wiha ji wan re hatine.