Girtiyên jin yên li Girtîgeha Jinan ya Bakirkoyê diyar kirin ku, li girtîgehê di dema hejmarê de personelên zilam dikevin qawîşan. Girtiyan da zanîn ku, amûrên agir vemirandinê yên li girtîgehê naxebitin û di çûrîskekê de dê hemû girtîgeh bişewite.
Li girtîgehan binpêkirinên mafên mirovan bê navber berdewam dikin. Girtiyên jin yên li Girtîgeha Jinan ya Bakirkoyê name şandin û anîn ziman ku, li girtîgehê polîtîkayên "hûr" dimeşînin û binpêkirinên mafên mirovan zêde bûne. Di nameyê de hate diyarkirin ku, di çalakiyên bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li darxistin yên weke girava birçîbûnê, li deriyan xistin û slogan berzkirinan de dîmen û wêne hatin girtin û rêveberiya girtîgehê li gorî van dîmen û wêneyan ji girtiyan re gefên lêpirsîna cezayê dîsîplînê xwarin.
Di nameyê de hate destnîşankirin ku di 27'ê tîrmehê de di dema hejmarê de bi gardiyanan re 2'emîn midûrê girtîgehê yê zilam jî hate qawîşan û wiha hate gotin: "Ji bo cara duyemîn hejmarê bigirin bi midûrê zilam re zêdehî 40 personel û gardiyan ketin qawişa. Berê 5-6 personel dihatin. Heke em hatiban provokasyonê, hatibûn êrîşê." Di nameyê de hate bilêvkirin li girtîgehê hinek çalakî şiklê asayî girtine û ji 27'ê tîrmehê ve rayedarên girtîgehê helwesta provokasyonê nîşan didin. Di nameyê de hate aşkera kirin ku, di nava rojê de di serî de pirsgirêkên tenduristiyê û bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin û bersiva wan ya revîr, sewq û dermanan gelek dereg tên dayîn.
'AMÛRÊN AGIR VEMIRANDINÊ NAXEBITIN'
Di nameyê de hate destnîşan kirin ku, rayedareke girtîgehê yê nexwast navê xwe bide diyar kir ku piştî li Girtîgeha Rihayê 13 girtî di encama şewatê de jiyana xwe ji dest dan li girtgîhê pêkanînên awarte destpê kirin. Heman pergonel anî ziman ku, piştî li girtîgehan girtiyan serî hildan li girtîgehê tatbîkata şewatê hate kirin lê amûrên agir vemirandinê yên girtîgehê naxebitin û wiha got: "Zilikekî kibrîtê dê hemû girtîgehê bişewitîne." Personel bal kişand ser bêxemginiya rêveberiya girtîgehê.