Li Giravên Kanaryayê semînerên jineolojiyê

Li Giravên Kanaryayê yên Îspanyayê ji aliyê endamên GAF’ê semînerên jineolojiyê hatin lidarxistin. Bi sedan kes tevlî van semîneran bûn.

Li Giravên Tenerîffe, Gran Canarîas û Fûerta Ventûrayê yên Îspanyayê çar semînerên cihê hatin lidarxistin. Endamên GAF’ê (Grûppo de Accîon Femînîsta) yên ku tevlî Kampa Jineolojiyê ya Bîlbaoyê bûbûn, ev semîner organîze kirin. Endama Komîteya Jineolojiyê Zîlan Diyar semîner pêşkêş kir.

Jinên endamên GAF’ê diyar kirin ku tevgera jinan a Kurd bi awayekî pêşdarazî û magazînel li ser meseleyê nasekine û hewl didin meseleyê bi hemû aliyên wê fêm bikin.

Semînera duyem jî di 5’ê Gulanê de li Girava Fûerta Ventûrayê hate li Eywana Kongreyê ya şaredariyê hate lidarxistin. Gelek jin tevlî vê semînerê bûn.

Di 6’ê Gulanê de jî li Girava Gran Canarîayê semînerek hate lidarxistin.

Semînera çaremîn û dawîn jî li navenda civakî ya Taûscho ya li Santa Crûzê ya Tenerîfeyê hate lidarxistin. Radîo La Pîmîenta ya ku weşaneke mûxalîf e, ev semîner bi awayekî zindî weşand. Endama Komîteyê Zîlan Diyar li vê derê diyar kir ku semînerên li Girava Kanaryayê ji bo berxwedana li hemberî mêtingeriyê jî girîngiya xwe heye.