Li Franseyê du pisporê civaknasiya huqûqê li gelek herêmên cûda yên welêt beşdarî nêzî 1200 rûniştinan bûn û gihiştin wê encamê ku cezayên sivik li jinan tê birîn.
Pisporên civaknasiya huqûq û edaletê yên Zanîngeha Lille II Thomas Léonard û Maxime Lelièvre, di salên 2007 û 2008 de li herêmên weke Lyon, Lille, Villefranche-sur-Saône, Avesnes-sur-Helpe, Bourg-en-Bresse û Hazebrouck der barê gelek dadgehên ceza de lêkolîn pêk anîn.
Lêkolîner beşdarî 1228 rûniştinên dozan bû di dawiyê de gihiştin wê encamê ku cezayên siviktir li bersucên jin tên birîn.
Di nûçeya Thomas Léonard di rojnameya La Croix de weşand de hat gotin; “Biryarên li dijî jinan bi aşkereyî merhemetê nîşanî jinan didin.”
Lêkolîner got; “ Jin gelek caran serbest tên berdan. Yên ku cezayên girtîgehê lê tên birîn jî dîsa piştre serbest tên berdan. Cezayê jinên hukûm digirin, ji yên zilmana kêmtir “.
Gelo çima cezayê jinan ji yê zilaman kêmtir e? Li gorî vê lêkolînê gelek sedemên vê yekê hene. Di lêkolînê de tê gotin “Dadger destpêkê rewşên malbatî yên jinan bi berfirehî tîne berçavan û ev yek jî bandorê li ser biryarê dike.”
Di lêkolînê de tê destnîşankirin ku edalet hema bêje bi awayeke nezanebûn jina bi giştî weke mexdûr dinirxînin. Leonard dibêje; “Nêzîkatiyeke Manîyî heye. Wer dixuyê ku li gorî dadgeran zilman pirsgirêka diafirînin û pirsgirêkên jinan hene.”
Ji aliyê parêzeran vejî refleksek tê dîtin. Parêzera ceza Caty Richard dibêje; “Gava em jinekê diparêzin, em rewşa girtina jinek a di malbatê de rê li ber pirsgirêkan vebike tînin bîra xwe.”