Li Fransayê çalakiyên 25’ê Mijdarê destpê kirin

Li Fransayê çalakiyên 25’ê Mijdarê destpê kirin

Li gelek deverên Fransayê çalakiyên di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li hember Jinê pêk hatin. Di panel, meş, mitîng û xwepêşandanan de “ji tundiya li hember jinan re na” hate gotin.

Çalakiyên li herêmên Parîs û Ile De France çalakiyên 25’ê Mijdarê 22’yê Mijdarê destpê kirin. Jin li semta Seint Denisê di saetên danê sibê de, li ber avahiya şaredariyê li hev kom bûn û tundiya li ser jinan lanet kirin. Her wiha kêmkirina çarçoveya mafê jinan a li Fransayê hate protestokirin. Piştre bi beşdariya endamên tevgera jinên Kurd panelek bi rojeva Kobanê hate lidarxistin.

Li navenda Parîsê jî, rêxistinên jinan saet ji 14.00 ve li qada Bastilleyê li hev kom bûn. Di çalakiyê de polîtîkayên cudakar ên li dijî jinan û kêmkirinên butçeya jinan a Fransayê şermezar kirin. Parlamenterên Partiya Komunîst (PS) senator û şaredar jî tevlî çalakiyê bûn. Meş piştî saet 14.30 destpê kir.

Anarşîst bi pankarta “Em piştevaniyê didin jinên berxwedêr ên li Kobanê”, CGT bi “Li kar û kargehan wekheviya jin û mêran”, Mala Jinan “Jinên cîhanê dimeşin”, NPA bi “Sîstem zayendperestî diafirîne” tevlî çalakiyê bûn. Her wiha Kolektîfa Jinan a Neteweyî û rêxistinên feminîst bi pankartên xwe tevlî çalakiyê bûn.

Jinên Kurd jî tevlî çalakiyê bûn. Jinên Kurd bi hevkariya Kolektîfa Piştevaniya Jinên Kobanê û SKB pankarta xwe vekirin û tevlî çalakiyê bûn.

Jinên Kurd pankarta “Jin ji Şengal û Kobanê li ber xwe didin, bimire qirkirina jinan” vekirin û wêneyên jinên li Kobanê di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin.

Jinên Kurd û endamên kolektfê bi dirûşmên “Kobanê, jiyan, berxwedan”, “Ji tundiya li dijî jinan re na”, “Rojava azadî ye”, “Li dijî qirkirina jinan berxwedan”, qêriyan û bang li hemû jinên feminîst kirin ku piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê.

Jinan di çalakiya xwe de gelek dovîz û pankartên têkildarî jinên Kurd û bi taybet jî jinên Kobanê, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin vekirin û bi dirûşmên “Jin jiyan berxwedan” meşiyan.

Meşa saet di 14.30 de ji Qada Bastilleyê destpê kir, heta Qada Republiqueyê berdewam kir. Jin saet di 15.30'an de gihiştin Qada Republiqueyê. Li vir axaftin hatin kirin û di axaftinan de tundiya li hember jinan hate protestokirin û banga xurtkirina berxwedanê hate kirin.