Li Frankfûrt û Marsîlyayê çalakiyên edaletê

Ji bo sê jinên şoreşger ên di asla 2013'an de li Parîsê hatin kuştin, li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê û li bajarê Marsîlya yê Fransayê çalakiyên bi daxwaza edaletê hatin lidarxistin.

Meclîsên Jinan ên Amara, Nûjîn û Sara yên li Frankfûrt û bajarên derdorê, duh li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li Frankfûrtê çalakiya ji bo edaletê lidar xistin. Çalakgeran posterên şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hilgirtin û bang li dewleta Fransayê kirin, ku bes bêdeng bimîne û kiryarên li pişt komkujiyê eşkere bike.

Di çalakiyê de dirûşmên "Me ji bîr nekir û em ê ji bîr nekin", "Em hemû Sakîne, Fîdan û Leyla ne", "Jin Jiyan Azadî" hatin qîrîn.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, ji bo her sê jinên şoreşger çalakiya bi daxwaza edaletê hate lidarxistin.

Çalakî li ser banga Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) mîna her roja Çarşemê duh hate lidarxistin û daxwaza edaletê hate kirin.

Di çarçoveya çalakiyê de Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan li ber avahiya Walîtiyê standeke agahdarkirinê vekir û gelek belavok belav kir.

Jinan careke din ji dewleta Fransayê xwestin, hêzên li pişt komkujiyê eşkere bike.