Li Ewropayê coşa 8’ê Adarê didome
Li gelek bajarên Ewropayê bi hezaran jin tevlî pîrozbahiyên 8’ê Adarê bûn û berxwedana YPJ’ê silav kirin.
Li gelek bajarên Ewropayê bi hezaran jin tevlî pîrozbahiyên 8’ê Adarê bûn û berxwedana YPJ’ê silav kirin.
Li gelek bajarên Ewropayê pîrozbahiyên 8’ê Adarê bi coşek mezin pêk hatin. Li bajarê Berlin, Bonn, Leverkusen, Freiburg, Hamburg a Elmanyayê, li bajarê Paris, Marsilya, Mulhouse, Strasbourg, Reims a Fransayê, li bajarê Mîlano ya Îtalyayê, li bajarê Amsterdam a Hollandayê û bajarê Moskow ê Rûsyayê û Danîmarkayê 8’ê Adarê hat pîrozkirin û bi hezaran kes tevli pîrozbahiyan bûn.
BERLÎN
Li Berlînê bi pêşenigya Meclîsa Jinan a Dest Dan û tevlîbûna International Women Space, Amoro Foro e.V. , Komîsyona Jinan a HDP’ê û YXK Jinê 8’ê Adarê bi meş û mîtîngekê hat pîrozkirin.
Nêzî 1500 jin bi cil û bergên xwe yên neteweyî tevlî meşê bûn û meş bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo jinên di encama têkoşîna azadiyê û cînayetên jinan de jiyana xwe ji dest dane, destpê kir. Rêxistinên çep ên Elman ku meş organîzekiri bûn, bi meşa 8’ê Adarê re bû yek û li Brandenburger Tor bi mîtîngekê bi dawî bû.
Di meşê de axaftin hatin kirin.
Her wiha wêneyên jinên di berxwendana Kobanê û Şengalê de jiyana xwe ji dest dane, Ozgecan a li Mersînê hat qetikirin û sê şoreşgerên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hat hildan.
BONN
Li bajarê Bonn ê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Sara bi hevkariya rêxistinên jinan a Elmanyayê, meş û mîtînga 8’ê Adarê pêk hat.
Meşa ku bi sedan jin tevlî bûn dirûşm berz kirin, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên jinan, YPJ’ê û wêneyên kesên di têkoşîn azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hildan. Her wiha belavokên Buroya Aştiyê ya Jinan a Kurd amade kiribûn hatin belavkirin.
Piştî meşê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 8’ê Adarê hat xwendin. Li ser navê Meclîsa Jinan a Sara, Dayika Rojîn axaftinek kir. Piştî axaftina komên jinan a Elman mîtîng bi dawî bû.
LEVERKUSEN
Li bajarê Leverkusen ê Elmanyayê jî bernameyek bi xwarin pêk hat. Bername ji aliyê Meclîsa Jinan a Nûcan ve hat organîzekirin. Jinan dirûşm berz kirin û li ser navê Tevgera Jinan a Kurd a Ewropayê Medya Botan axaftinek kir û got: “Berxwedana YPJ’ê ji bo hemû jinên cîhanê bûye çavkaniya îlhamê. Ji vir şûn ve dema berxwedana jinê bê gotin hema wê Kobanê û Şengal bê hişê me. Em di şexsê Arîn Mîrxan de hemû şehîdên xwe bibîr tînin.” Piştî axaftinan jinan govend gerand.
FREIBURG
Li bajarê Freîburg ê Elmanyayê jî bi organîzeya Tevgera Jinan a Kurd û Dergaha Çanda Elewî 8’ê Adarê hat pîrozkirin. Nêzî 500 kes tevlî bûn û govend hatin gerand. Dirûşm hatin berzkirin. Li salonê posterên Arîn Mîrxan û her sê şoreşgerên Kurd û pankart hatin daliqandin.
Dergaha Çanda Elewî semah girtin. Ekîba folklorê ya Zarokan a Navenda Civaka Kurd derket ser dikê. Hunermend Beri Wan, Zarife Zerrin, Hozan Axin, Murat Bay û Koma Welato stranên xwe gotin.
HAMBURG
Li Hamburg ê Elmanyayê jî ji aliyê dîwana jinan a HAK-EVÎ ve 8’ê Adarê hat pîrozkirin. Gelek jin tevlî bûn û berxwedana YPJ’ê silav kirin.
Li ser navê HAK-EVÎ Zehra Babur Çelîk axivî û der barê xebatan de agahî da. Çelîk got ku dersên baweriya Elewî hatine destpêkirin û ji bo jin wekheviyê pêk bînin divê jinên din jî piştgiriyê bidin.
Nûnera Meclîsa Jinan a Rojbîn, Zeynep Adiyaman jî axivî û got ku qirkirina jinê bûye pergal û çeteyên DAIŞ’ê ev derxistiye asta herî jor.
Nivîskar Nebahat Dertlî jî 8’ê Adarê pîroz kir û diyar kir ku 8’ê Adarê ne dişibe roja dayikan û ne jî dişîbe roja evîndaran û got ku 8’ê Adarê roja berxwedanê ye.
Herî dawî endama rêveberiya FEDA’yê Fatoş Yener Goksungur jî axivî û bal kişand ser berxwedana jinan a li Kobanê û Têkoşîn Avaşîn a Elman bi eslê xwe ji Afrîkayê ye û di 7’ê Adarê de li Tîl Temîr şehîd ketiye bibîr anîn.
Goksungur anî ziman ku ew wek jinên Elewî hê negihiştine asta ku tê xwestin û saziyên girêdayê FEDA’yê divê pergala hevserkatiyê pêk bînin.
Goksungur bal kişand ser hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê.
PARİS
Li paytexta Parîs a Fransayê jî li qada Republique 8’ê Adarê hat pîrozkirin. Ev çalakiya ku îmzeya 50 pêkhateyên Meşa Jinan a Cîhanê ya 2015’an li binî bû, ji ber berxwedana jinên Kurd a li Kobanê û Şengalê, jinên Kurd di eniya pêş ya kortejê de cih girt.
Bi hezaran jin tevlî meşê bûn û ji Qada Republîque heta Avahiya Bajarê Mezin a Parîsê meşiyan.
Çalakî saet di 14.30'an de li qada Republique destpê kir û kortejên xwe amade kirin. Di meşê de peyamên jinan hatin xwendin. Binpêkirinên mafan û şîdeta li ser jinê anîn ziman.
Çalakî bi 5 sernavên cuda pêk hat û her wiha pankarta esas a Meşa Jinan a Cîhanê hat hildan. Dovîzên cur bi cur hatin hildan. Dirûşm hatin berzkirin. Jinên Kurd cil û bergên xwe yên gelerî li xwe kirin. Kortej ji 2 hezar jinî pêk dihat. Çapemeniyê eleqeyek mezin nîşan da. Koma muzîkê ya jinan a Şararoj sirûdên YPG, YPJ’ê û stranên Kurdî gotin.
Saziyên jinan ên weke SKB, Femmes Solidaire, LoCS, LGBT, FSU, partiya Komunîst û gelekên din tevlî bûn.
Di axaftinên hatin kirin de asta têkoşîna jinên Kurd hat ziman. Bal kişandin ser serketina jinên Kobanê û gotin ku serketina Kobanê serketina jinên cîhanê ye.
Di axaftinên li ber şaredariya bajarê mezin hat kirin de hat diyar kirin ku serketina jinên Kobanê serketina hemû jinan e. Piştî axaftinan çalakî di 17.00’an de bi dawî bû.
MARSİLYA
Li Marsîlya ya Fransayê jî bi tevlîbûna 500 jinî meşek pêk hat. Meşa ku saziyên sivîl ên Marsîlyayê piştgirî dan, diyarî jinên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane hat kirin.
Meş bi şîara ‘Bijî berxwedana Kobanê. Ji jinên ku ji aliyê çeteyan ve hatine revandin re azadî’ hat kirin. Ligel saziyên femînîst û anarşîst komeleyên Fîlîstînî jî tevlî bûn.
Meş li qada Vîeux-Port bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di axaftinên hat kirin de DAIŞ, Boko Haram û zîhniyeta kujer a Erdogan hat şermezarkirin. Her wiha hat xwestin ku komkujiya Parîsê bê ronîkirin.
Jinan piştî axaftinan ligel muzîkê govend gerandin.
MULHOUSE
Li bajarê Muhlouse yê Fransayê jî jinên Kurd, Tirk û Fransî 8’ê Adarê pîroz kirin.
Di pîrozbahiyê de Arîn Mîrxan, Sakîne Cansiz, Fidan Dogan, Leyla Şaylemez, Clara Zetkîn, Rosa Luxembourg, Sarya Ozgur, Zîlan, Bêrîtan û bi sedan jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn.
Saet di 13.00’an jin li cihê Bazarê hatin cem hev û di meşê de dirûşm hatin berzkirin. Ligel jinan mêran jî di meşê de cihê xwe girtin. Jin ligel def û zirneyê gihiştin qada Place de la Reunion û mîtîngek pêk anîn.
Li vir daxuyaniya hevpar a saziyên organîzator hat xwendin. Piştre sînevîzyonek hat nîşandan.
STRASBOURG
Li Strasbourg a Fransayê bi pêşengiya Tevgera Jinan a Kurd a Ewropayê jinên Kurd li Navenda Civaka Kurd ya Demokratîk hatin cem hev û 8’ê Adarê pîroz kirin. Bername bi dirûşma ‘Ji Şengalê heta Kobanê bijî berxwedana jinên YPJ’ê’ pêk hat û ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin.
Di axaftinan de dîroka 8’ê Adarê û berxwedana jinên Kurd a roja îro hat nirxandin. Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin. Helbest hatin xwendin û skeç hatin lîstin. Her wiha ji bo piştgiriya bi gelê Şengal û Kobanê re banga alîkariyê hat kirin. Hunermendên herêmî derketin ser dikê.
REIMS
Li bajarê Reîm ê Fransayê jî li navenda civaka Kurd jin bi qurnefîlan hatin pêşwazîkirin. Deqeyek rêz hat girtin û sînevîzyonek ku têkoşîna jinan vedigot hat nîşandan. Di pîrozbahiyê de têkoşîna jinan hat silavkirin. Axaftin hatin kirin û piştre jinan govend gerand.
MÎLANO
Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê jî meşek pêk hat. Meşa li ber navendeke taxa Loretto destpê kir bi sedan jinên Îtalî, Ereb û Başûrê Amerîkayê tevlî bûn.
Meşa ku heta parka Martezan berdewam kir de axaftinên li ser têkoşîna jinên Kurd hat kirin. Meş li parka Martezan bi mîtîngekê bi dawî bû. Li ser navê Tevgera Jinan a Navneteweyî Nursel Kiliç axaftinek kir û spasiyên xwe ji bo femînîstên ku guh dane tevgera jinanên Kurd kir.
Piştî meşê panelek pêk hat û nêzî 200 kes tevlî panelê bûn û Kiliç di panelê de jî li ser Tevgera Jinên Kurd û şoreşa jinan a Rojava axivî.
AMSTERDAM
Li bajarê Amsterdam ê Hollandayê jî meşek pêk hat. Meşa ji aliyê Weqfa Jinan a Navneteweyî hat organîzekirin ji Qada Dam a Amsterdamê destpê kir. Bi dehan sazî û desteyan piştgirî da meşê û axaftin hatin kirin.
Jinan piştî axaftinan bi dirûşman dest bi meşê kirin. Di meşê de alên YPJ’ê û flama hatin hildan. Meşê heta Henîken Pleîn berdewam kir. Piştî meşê li lokala Yekîtiya Karkerên Tirk a Hollandayê (HTÎB) pîrozbahiyek pêk hat.
MOSKOWA
Li paytexta Moskowa Rûsyayê jî 8’ê Adarê bi coşek mezin hat pîrozkirin. Pîrozbahî ji aliyê Meclîsa Jinên Kurd-Viyana ve hat organîzekirin. Ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin û sînevîzyonek hat nîşandan. Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê rojnameger Kurdistan Lezgiyeva ve hat xwendin.
Parlamentera berê ya Ewropayê û bernamzeta HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca jî tevlî bûn. Uca diyar kir ku jinên Kurd êdî bi xwe îradeya xwe temsîl dikin.
Endama Meclîsa Jinan a Kurd ya Moskowa Werdeka Evdo jî axaftinek kir û diyar kir ku ji bo jin azad bibe divê têkoşîna xwe bilind bike û xwedî li nirxên xwe derkeve. Piştî axaftinan 8’ê Adarê hat pîrozkirin.
ISHØJ / HORSENS
Tevgera Jinan a Kurd a Danîmarkayê li İshøj û Horsens 8’ê Adarê pîroz kir. Ligel jinên Kurd gelek siyasetmedarên Danîmarkayî tevlî bûn.
Koma Nûpelda, Kewê û Ferhad Çîlo û gele hunermend tevlî bûn.
Ligel namzeta parlamenteriyê ya Koalîsyona Kesk-Sor Eva Flyvholm, parlamentera berê ya Partiya Gel a Sosyalîst Pernille Frahm axaftin kirin.
Eva Flyvholm got ku bi saya vê gerê bi rastî jî dîtiye ku jinên Kurd çiqas azad in. Pernîlle Frahm jî got ku divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin û ji bo vê têkoşîn bê bilindkirin.