Li Ewropayê çalakiyên edaletê dewam dikin
Li Ewropayê çalakiyên edaletê dewam dikin
Li Ewropayê çalakiyên edaletê dewam dikin
Bi armanca şermezarkirina qetilkirina yek ji damezrînera PKK'ê Sakîne Cansiz, endama KNK'ê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez, li gelek bajarên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin.
FRANKFURT
Li bajarê Frankfurtê, çalakiya "Em edaletê dixwazin" ku her hefte roja Çarşemê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Amara ve li Bockheimer Warte li ber Konsolosiya Fransayê tê lidarxistin, vê hefteyê jî dewam kir. Jinan pankarta bi nivîsa "Me Komkujiya Parîsê ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin" vekirin û wêneyên her sê jinên siyasetmedar ên li Parîsê hatin qetilkirin, hilgirtin.
Berdevka Meclîsa Jinê ya Amara Rûken Karakoç di axaftina xwe ya li çalakiyê de bibîr xist ku li gel di ser komkujiya Parîsê re du sal derbas bûne jî hînê gaveke girîng nehatiye avêtin û got, "Divê hikûmeta Fransayê hêzên tarî yên li pişt vê cînayetê, bi lezgînî ronî bike." Piştre belavoka Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd Cenî ve hatibû amadekirin, hat xwendin. Li dû çalakiyê, jinan hezar name ji Serokwezîra Elmanya Angela Merkel re şandin. Di nameyan de hat xwestin ku ji YPG'ê re çek bên şandin.
HAMBURG
Li bajarê Hamburgê, çalakiya Çarşemê ya ji aliyê Meclîsa Jinê ya Rojbîn ve hat organîzekiri, bi beşdariya bi sedan kesî pêk hat. Di çalakiya bi dirûşma "Hûn bêdeng in ji ber hûn sûcdar in" hat lidarxistin de bal hat kişandin ser terora dewleta Tirk a li hemberî Kurdan û hat destnîşankirin ku heman rejîm ji qetilkirina Cansiz, Dogan û Şaylemez berpirsyar e. Di çalakiyê de gelek welatiyên Elman, Filistînî, Îranî û Tirkiyeyî amade bûn û piştgirî ji berxwedana li Kobanê re hat dayîn.
MUNCHEN
Çalakiya "Em edaletê dixwazin" li Munchenê pêk hat. Meclîsa Jinên Kurd a Munchenê, NAV-DEM û YXK Munchenê çalakî bi hev re organîze kirin. Kurdistaniyên li ber Konsolosiya Fransayê hatin cem hev xwestin, bûyera qetilkirina her sê siyasetmedarên Kurd Cansiz, Dogan û Şaylemez bê ronîkirin. Di çalakiyê de bang li hikûmeta Fransayê hat kirin ku tavilê kujeran derxîne pêşberî dadgeriyê û wan ceza bike.
Di vê navberê de wê roja Înê li Munchenê bi armanca destekdayîna berxwedana Kobanê li meydana "Rindermarkê" ji bo 2 rojan kon bê vedan.
VIYANA
Bi pêşengiya Komeleya Jinên Kurd Avesta, li ber Konsolosiya Fransayê ya li Viyanayê çalakiya nobedê dewam dike. Kurdistaniyên beşdarî çalakiyê bûn alên KCK, PYD û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan. Çalakgerên ku bi qasî saetekê li ber konsolosiya Fransayê man, dawî li çalakiya xwe anîn. Her wiha di çarçoveya kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî îmze hatin komkirin.
DUSSELDORF
Li bajarê Elmanya Dusseldorfê jî, jinan ji bo Kobanê dest bi çalakiya nobedê kirin. Li konê li ber gara trenê ya navendî hat vedan, Meclîsa Jinên Kurd a Dusseldorfê der heqê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê de belavok belav kirin. Çalakiya ku duh destpê kir, tê payîn ku sê rojan dewam bike.