Li Ewropayê çalakiyên edaletê

Li Ewropayê çalakiyên edaletê

Çalakiyên edaletê yên li dû qetilkirina şoreşgerên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez destpê kirin, li navendên cuda yên Ewropayê dewam dikin. Duh li bajarên Elmanya Berlîn, Stuttgart û Dusseldorfê, li bajarê Fransa Strasbourg û li bajarê Belçîka Anversê çalakî hatin lidarxistin.

BERLÎN: Li paytexta Elmanya Berlînê li ber Sefaretxaneya Bilind a Fransayê çalakiya 'Bêdengiya we ji ber sûcdariya we ye?' hat lidarxistin. Di çalakiya ku du saetan dewam kir de hat xwestin ku kujerên komkujiay Parîsê bên ronîkirin û cezakirin. Di çalakiyê de li gel hilgirtina wêneyên Dogan, Cansiz û Şaylemez belavokên bi zimanên Elmanî û Îngilîzî hatin belavkirin. 

STUTTGART: Jinên Kurd ên li bajarê Elmanya Stuttgartê hatin cem hev, çaalkiya edaletê ya ji bo ronîkirina komkujiya Parîsê lidarxistin. Di çalakiya li ber Konsolosiya Fransayê de, di mijara rewşa Kurdên Êzidî û komkujiya li Şengalê de belavok hatin belavkirin û wêneyen her sê jinên şoreşger ên hatin qetilkirin, hatin hildan. Çalakgeran diyar kirin ku heta hêza li pişt komkujiyê bê ronîkirin, ew ê çalakiyên xwe dewam bikin.

DUSSELDORF: Li ber Konsolosiya Fransa ya li Dusseldorfê jî Meclîsa Jinê ya Viyan û Arjîn û Buroya Aştiyê ya Jinê çalakiya edaletê lidar xistin. Dayika Aştiyê Şengê li çalakiyê axivî û bibîr xist ku ev 609 roj in hêzên li pişt komkujiyê nehatine ronîkirin. Di daxuyaniya li vir de hat destnîşankirin ku heta komkujî bê ronîkirin wê çalakiyên wan dewam bikin. Jinan her wiha komkujiya li Şengalê şermezar kirin û berxwedana li Şengal, Mexmûr û Rojava silav kirin.

STRASBOURG: Kurdên li Strasbourgê dijîn jî vê hefteyê saet di 15:00 de li ber Walîtiya Strasbourgê hatin cem hev û çalakî lidar xistin. Di belavoka bi zimanê Fransî li vir hat xwendin de ji hikûmeta Fransayê hat xwestin ku hêzên li pişt komkujiyê ronî bike. 

ANVERS: Li bajarê Belçîka Anversê jî bi heman armancê li Groe-markt place çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê de komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî gelê Kurd hatin şermezarkirin û berxwedana Şengalê hat silavkirin.