Li Elmanyayê yek ji sê jinan mexdûrê şîdeta psîkolojîk û zayendî ne

Li mezintirîn welatê Yekîtiya Ewropayê (YE) Elmanyayê, hejmara jinên li şîdeta psîkolojîk û zayendî rast tên, gelekî zêde ye.

Li mezintirîn welatê Yekîtiya Ewropayê (YE) Elmanyayê, hejmara jinên li şîdeta psîkolojîk û zayendî rast tên, gelekî zêde ye. Li Elmanyayê hejmara jinên haya wan ji kampanya û bernameyên ji bo destekkirina jinan heye jî, kêmî yek ji çar parî ye.

Li gorî lêkolîna 'Şîdeta li hemberî jinê' ya par li gelemperiay welatên YE hat lidarxistin, ji sedî 35 ê jinên li Elmanyayê dijîn diyar kirine ku li şîdeta psîkolojîk û zayendî rast hatine. Li gorî lêkolîna ku jinên di navbera 15-74 salî de beşdar bûn, li gelemperiya YE rêjeya jinên dibêjin li şîdeta psîkolojîk û zayendî rast hatine, ji sedî 33 ye.

Li Elmanyayê, bûyerên şîdeta psîkolojîk û zayendî ya li hemberî jinê, li gorî nîvekê YE çend pûanan zêde ye. Li gorî vê yekê, zarokên keç ên di binê 15 salî de ne, ji sedî 13 rastî şîdeta zayendî hatin, li gelemperiya YE ev rêje ji sedî 12 ye.

Rêjeya jinên gazinan ji tacîza zayendî dikin jî, li Elmanyayê ji sedî 60, li gelmeperiya YE ji sedî 55 e.

Di lêkolînê de nuqteyeke din a balkêş jî ew e ku beşeke mezin a jinan haya wan ji kampanya yan jî bernameyên ji bo jinan tên lidarxistin, nînin. Li Elmanyayê bi tenê ji sedî 23 ê jinên ji 15 salî mezintir haya wan ji van bername û kampanayayn hene. Elmanya bi vî rengî ji aliyê agahdarkirina jinê ve di nava YE de welatê sêyemîn ê herî nebaşe.

Lêkolîna bi navê Şîdeta li hemberî jinê, li 28 welatên Ewropayê bi hevdîtina 2 saetan a li gel 42 jinan pêk hat. Tê payîn ku encamên welatên din ên endam, di hefteyên pêş de werin aşkerakirin.