Li Elmanyayê jineke Kurd li pêş çavan hate kuştin -NÛ BÛ

Li Elmanyayê, jineke Kurd ku dayika 3 zarokan bû 2'ê Gulanê de ji aliyê hevserê ku jê cihê bûbû hate kuştin. Kujerê ku ji malê hatibû derxistin, saetekê piştî ku polîs çûn, çû ew kuşt.

Li Elmanyayê salên dawî gelek jinên Kurd ji aliyê hevser an jî xizmên xwe ve tên kuştin.

Destpêka meha Gulanê du jin bûn qurbanê tundiya mêr.

2'ê Gulanê li Alsfeldê dayika 3 zarokan a Rojavayî Şadiya Ahmed (36) ji aliyê hevserê xwe yê ji ber tundî lê dikir jê cihê bûbû bi rengekî hovane hate kuştin.

Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê kronolojiya vê bûyera kuştinê raxist pêş çavan.

Li gorî nûçeyê, Ahmed sala 2015'an ji gundê Masoq ê bajarê Dirbêsiyê yê Rojava koçî Elmanyayê kir û li Hambûrgê bi cih bû. Ji ber tundiya ku lê dihate kirin ji hevserê xwe cihê bû û tevî sê zarokên xwe li gel xwişka xwe ya li Alsfeldê bi cih bû. Xwişka wê Feyrûz Ahmed diyar kir ku Şadiya gelek caran bû hedefa tundiya hevserê xwe û li pêş çavan hate qetilkirin.

Kujer Abdul Azîz Îbrahîm (Semîr) kuştina xwişka Şadiya Amara Jiyana ku Cotmeha 2019'an li Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk ve kir bahane û hat Alsfeldê. Kujer ferdên malbatê xist navberê û careke din xwe gihand Şadiya. Heta Adara 2020'an pê re ma. Lê belê ji ber ku tundiyê dewam kir Şadiya careke din biryar da ku jê cihê bibe. Gelek caran rewş ji polîs re ragihand. Herî dawî beriya mehekê biryar hate wergirtin ku Îbrahîm ji malê bê dûrxistin.

Îbrahîm ku li Nurnbergê li gel malbata xwe bi cih bû û car carna ji bo dîtina zarokên xwe çû Alsfeldê, 2'ê Gulanê roja Şemiyê beriya ku agahiyê bide hat malê û dest bi lêdana Şadiya kir. Li ser giliyê cîranan polîs hatin malê û êrişkar ji malê dûr xistin. Saetekê piştî ku polîs çûn êrişkar vegeriya malê û vê carê bi çakûç li serê Şadiya xist û ew bi hovane qetil kir.

Dema ku ev hovîtî kir zarokên wan ên 6, 8 û 10 salî li malê bûn. Kujer piştî ku Şadiya qetil kir hewl da zarokan birevîne, lê ji aliyê polîsan ve hate girtin. Di îfadeya xwe de got, "Qedera wê hatibû." Dozgeriya Gîessenê têkildarî bûyerê lêpirsînê dike. Li ser xemsariya polîsan heta niha ti daxuyanî nehatiye dayin.