Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) ji bo banga meşa 28'ê Tebaxê ku bi navê "Ji Ocalan re azadî" civîna gel pêk anî. Di civînê de Endama lijneya Koordînasyona KCD'ê Ayla Akat axivî û got: "Birêz Ocalan Rêberê Gelê Kurde. Em li hemberî tecrîdê bêdeng namînin."
Amadekariya DOKH'ê ya meşa ji bo Azadiya Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) ji bo banga meşa 28'ê Tebaxê ku bi navê "Ji Ocalan re azadî" civîna gel pêk anî. Endamên DOKH'ê li taxên Baglar, Yavuz Selîm û Parka Kine Em civînên gel pek anîn. Nûnerên saziyên jinan û rêveberên BDP'ê yên jin amade bûn. Jinan di civînê de bê navber dirûşmeyên "Bijî Sarok Apo" berz kirin.
‘BIRÊZ OCALAN RÊBERÊ GELÊ KURDE’
Jinan destpêkê sînevîsyona ku jiyan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vedibêje temaşe kir. Di civînê de Endama lijneya Koordînasyona KCD'ê Ayla Akat axivî û got: "Birêz Ocalan Rêberê Gelê Kurde. Em li hemberî tecrîdê bêdeng namînin. Divê em îro tev bibin yek û dengê xwe bikin yek. Divê em li kolanan li qadan têbikoşin. Gelê me gotiye 'Be serok jiyan nabe.' Gele kurt heta niha li Rêberê xwe xwedî derketiye. Em nizanim gora Seyit Rıza li kuye. Em nizanin gora Şêx Seîd li kuye. Em nizanin gora Seîd-ê Kurd li kuye. Divê em li hemberî vê neheqiyê bêdeng nemnin."
'DIVÊ EM AZADIYA RÊBERÊ XWE BIXWAZIN'
Akat xwest di 28'ê Tebaxê de her kes beşdarî meşa wan ya "Ji Ocalan re Azadî" bibin û Azadiya Rêberê xe bixwazin. Divê em ji bo azadiya Rêberê xwe li kolanan têkoşîna xwe bilind bikin."