Li Egeyê di nav 6 mehan de 202 caran mafê jinan hatin binpêkirin

Li gor rapora 6 mehan a ÎHD’ê aşkera kir, 202 caran mafê jinan hatiye binpêkirin.

Komîsyona Jinan a Şaxê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê encama rapora “Binpêkirina mafê jinan“ a mehên Sibat, Adar, Nîsan û Hezîranê yên sala 2022’yan aşkera kir. Rapora li Şaxê Îzmîrê yê komeleyê hat aşkerekirin, bi serîlêdan li komeleyê hatine kirin û daneyên ji çapemeniyê hatine berhevkirin hatiye, amadekirin. Rapor, li ser binpêkirinên li bajarên Afyon, Balikesîr, Mûgla, Manîsa, Ûşak, Isparta, Denîzlî, Kutahya û Îzmîrê hatiye berhevkirin. 

Endama Komîsyona Jinan ya ÎHD’a Îzmîrê Cemîle Karakaya ya rapor aşkera kir û diyar kir ku binpêkirin li girtîgehan her ku diçe zêde dibin û got: “Bi rêbazên zext û ne li gor rûmeta mirov, girtiyên jin, her roj rû bi rûyê bi dehan binpêkirina dibin.“

ÊŞKENCE Û PÊKANÎNÊN XERAB

Karakaya anî ziman ku rêjeya bêkariyê û xebitîna bêyî ewlehî ya di ked û îstihama jinan de zêde bûye û destnîşan kir ku gotinên li dijî mafê nefeqeyê û Peymana Stenbolê zêde dibin. Karakaya da zanîn ku jinên li Peymana Stenbolê dibin xwedî, bi êşkence û pêkanînên xerab, tên destgîrkirin û ev tişt got: “ Bi darazî dest dirêjê jinan hat kirin, ew dan ber pirsan û doz li wan hatin kirin.“

202 CARAN MAFÊ JINAN HAT BINPÊKIRIN

Karakaya îşaret bi wê yekê kir ku şideta li dijî jinan, binpêkirina mafekî mirovî ye ku tê pir tê binpêkirin û got: “Şideta li dijî jinan binpêkirina mafê mirov û sûc e.’’ Karakaya daneyên binpêkirina mafên jinan ên 6 mehên dawîn wiha rêz kir:

* “Derb, şidet û birîndarkirin jinan 21

* Dest dirêjkirina jinan, êrîşên zayendî 6

*Jinên hatine kuştin 32

*Kêm kirina ceza di kuştina jinan de, necezakirin û aligirî 2

* Îstismara zayendî 8

* Destgîrkirina jinên aktîvîst, şopandin û lêpirsîn 2

* Gava destgîrkirinê lêgerîna tazî 3

* Gava destgirkirinê kelemçekirina ters 2

*Gava destgîrkirinê êşkence û pêkanînên xerab 3

* Xwarina gefan û şopandin bi nîşan dayîna maliyan wek hincet 2

* Şantaj û dîl girtina jinan û xwarina gefan 9

* Mirina jinan a bi şik û guman 52

* Kuştina kesên trans 1

* Winda 3

* Bi şopandin û telefonê xwarina gefan li jinan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve 5

*Cezakirin ji parastina rewa re 1

* Zordayîna ji bo dankirina fihûşê 4

* Li ser medyaya dîjîtal belavkirina sûcên nefretê li dijî jinan 1

* Kuştina kesên trans 2

* Şewitandin, qûndaxkirin, şewitandina bi alavên kîmyewî 6

* Destdirêjiya zayendî 7

* Hewildana kuştina jinan 1

* Destdirêjiya darazî 2

* Ji ber pêkanînên xerab, ketina hewila xwekuştinê 1

* Biwêdekirina ji ber zayendê 2

* Cezayên dîsîplînê yên nehiqûqî yên li girtîgehan 1

* Tênekoşîna erkdarên dewletê bi şideta li dijîn jinan re 2

* Îstismarkirina lêgerîna gava destgîrkirinê 2

* Ji ber şert û mercên girtîgehê destpêkirina rojiya mirinê 1

* Pêkneanîna cihekî paqij ji bo girtiyên jin ên nexweş 1

*Bi boneyên kêfî dirêjkirina qewilê berdana girtiyên jin 5

*  Neguncawbûyîna şertên hîjyenê li gor karantînayê 1

* Ji ber kêmbûyîna xwarinê têrnexwarina nan 1

* Ji ber bihabûyîna tiştên kantîna nedîtina hewcedariyên xwe 1

* Derengmayîna nameyan di şertên girtîgehan de û çênebûyîna haya mirov ji hev 1

* Nedayîna alavên taybet ên girtiyan ên bi sewq tên 1

* Li girtîgehan astengkirina bi kêfî ya aktîvîteyên werzişê 1

* Mexdûriyeta ji ber bihabûyîna posteyê 1

* Kêmbûyîna qawîşên karantînayê 1

*Bi kelemçe nihêrtina li nexweşan 1

* Zêdebûyîna girtiyan di qawîşan de 1

* Sînordarkirina hejmara pirtûkan 1

*Destdayîna ser kovaran bi hinceta ku dîroka wan buhuriye 1

*Bi tevahî: 202"