Li Edeneyê jinek hate qetilkirin

Li Edeneyê jinek hate qetilkirin

Li Edeneyê Yakup Yilmaz ê 39 salî ku tê gotin tedawiya şîzofreniyê dibîne, hevjîna xwe Songul Yilmaz a dayîka 3 zarokan qetil kir û Çetîn Altûn 36 salî ku Yilmaz îdia dikir bi hevjîna wî  re di nav têkiliyan de ye ku birîndar kir şopa xwe da wendakirin.

Li Edeneyê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin. Li gorî agahiyên hatine wergirtin Yakup Yilmaz ê ji ber nexweşiyên derûnî  tedawiyê dibîne ji aliyê hevjîna wî  bi sedema bi dayîk û bavê xwe re şîddetê li hember bi kar tîne giliyê Yilmaz hatibû kirin û li ser biryara dadgehê Yakup Yilmaz cezayê dûrxistina ji malê wergirtibû. Yakup Yilmaz bi îdiaya ku hevjîna wî bi cîranê wan ê bi navê Çetîn Altûn re di nav têkiliyan de ye tê ber deriyê malê yê li navçeya Seyhan, Taxa Dumlupinar Kolana 38097 disekine. Dema cîranê wî Çetin Altûn tê kolanê û li maşîneya xwe siwar dibe Yilmaz êrîş dike û bi çekê Altun ji gewriya wî birîndar dike. Paşê diçe mala ku 30 metre li pêş e û guleyê berdide serê hevjîna xwe Songul. Yilmaz piştî zarokên xwe radestî dayika xwe ya ku li qata jor dimîne dike ji cihê bûyerê direve.

Hat ragihandin ku, ekîbên tenduristiyê yên hatine cihê bûyerê Çetîn Altûn rakirine Nexweşxanêya Dewletê ya Doktor Astim Tufekçî ya Çukurova û tê emeliyatkirin. Di kontrola ekîbên tenduristiya ya malê de jî  hat gotin ku, Songul Yilmaz jiyana xwe ji dest daye.