Rêxistina jinan a Rojavayê Kurdistanê Yekîtiya Star der barê girîngiya meclîsên jinan de, li gelek bajaran civînan bi rê ve dibe. Di civînên li gundên Dirbêsiyê de hat gotin, jina Kurd bi avakirina meclîsên xwe yên xweser wê erka xwe ya pêşengiya pêvajoyê bi cih bîne.
Rêxistina jinan a Rojavayê Kurdistanê Yekîtiya Star beriya demekê biryar dabû ku ew ê li her deverê bi avakirina meclîsan jinan birêxistin bike. Di çarçoveya amadekariyên xebatên avakirina meclîsên jinan de, Yekîtiya Star li gundê Delîk û Melek civîn lidar xistin.
Di civînê de endama Yekîtiya Star Berçem Dilgeş derbarê rewşa dawî a şoreşa Sûrî û Rojavayê Kurdistanê de axaftinek kir. Berçem Dilgeş peymana hevkariya di navbera Meclîsa Gel a Rjavayê Kurdistanê û Encûmena Niştimanî a Kurdî her weha avakirina Desteya Bilind weke berhemê têkoşîna gelê Kurd binav kir.
Berçem Dilgeş hişyar kir ku hêzên ji yekîtiya gelê Kurd ditrisin, ji bo avakirina desteya bilind a Kurd asteng bikin ketine nava hewldanên xerba de. Endama Yekîtiya Star anî ziman ku jina Kurd ya di pêvajoyeke dîrokî de meclîsên xwe ava dike, wê li hemû destekeyan xwedî derkeve û erka pêşengiya şoreşê bicih bîne.
Her weha hat gotin, jina Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi avakirina meclîsan wê hemû pirsgirêkên xwe çareser bike.