Li dijî tundiya li ser jinên banga refleksa hevpar

Li dijî tundiya li ser jinên banga refleksa hevpar

Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd bi axaftinan berdewam dike. Delegeya Bakûrê Kurdistanê û Parlementera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata axivî û got; “Divê jin, parastina xwe ya cewherî bipêş bixin. Divê em di vê konferansê de, biryara pêşxistina refleksa li hemberî tundiya li ser jinê bistînin.”

2’yemîn Konferansa Netewî ya Jinên Kurd ku duh dest pê kir, bi mijara ‘Li her parçeyek Kurdistanê rewşa jinên kurd, pirsgirêkên azadiyê û rêyên çareseriyê’ berdewam dike.

‘DIVÊ BIRYARA REFLEKSA LI HEMBERÎ TUNDIYA LI SER JINÊN BISTÎNIN’

Delegeya Bakûrê Kurdistanê û Parlementera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata diyar kir ku desthilatî dixwazin jin ji nav malê dernekevin, tevlî siyasetê nebin û wiha got: “Divê jin, parastina xwe ya cewherî bipêş bixin. Divê em di vê konferansê de, biryara pêşxistina refleksa li hemberî tundiya li ser jinê bistînin.”

KOMEKE ABORIYÊ DIVÊ HEBE

Delegeya Başûrê Kurdistanê Ferda Cemîlpaşa, anî ziman ku ev konferans dê nîşan bide ku jinên kurd çiqas azad in û bihevrebûnê dixwazin. Ferda wiha berdewam kir: “Dema ku hêza te, partiya te nebe, tu her tim li benda yekî ye. Gerek komîteyek berdewamî hebe. Divê tîmeke ku ji bo pere bixebite, hebe.”

Delegeya Bakûrê Kurdistanê Ayşe Gokkan ku balê kişand ser têkoşîna jinê, diyar kir ku serxwebûna jinan hemû rêyan vedike û wiha got: “Em dibejin qirkirina jinê, qirkirina civakê ye.”

Delegeya Bakûrê Kurdistanê û Parlementera BDP’ê ya Stenbolê Sabahat Tuncel jî destnîşan kir ku divê jinên kurd li hemû pirsgirêkan xwedî derkevin û wiha got: “Yek ji me ne azad be, em ne azad in. Em ê ji bo azadiya çar parçeyên Kurdistanê têbikoşin, lê têkoşîna jinê ya azadiyê jî bi vêya re bidomînin.”