Li dijî şîddeta li ser jinê kampanyayeke din

Koma Jin Bi Hev re Xurt in, li dijî şîddeta li ser jinê kampanyayeke din dan destpêkirin. Ev kampanya wê 2 mehan bidome.

Koma Jin Bi Hev re Xurt in ya ku gelek rêxistinên jinan û jinên serbixwe tê de cih digirin bi navê ‘Êdî tehamula me nemaye ku em nûçeyên cînayetan bixwînin’ dest bi kampanyayekê kirin.

Ev kampanya wê heta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Li Ser Jinê bidome.

Çalakiya pêşîn wê di 28’ê Îlonê de li Kadikoyê were lidarxistin. Ji Emîne Bûlût heta Hande Kader wê çîroka 100 jinan were xwendin. Ev çalakî wê di 28’ê Îlonê de saet di 14.00’an de li Kadikoyê were lidarxistin.

Rêxistinên jinan diyar kirin ku ji bo ew serî li hemberî vê pergalê rakin wê werin ba hev.

Di bangê de ev tişt hate diyarkirin: “Her çiqas pişta kujeran were mistdan û bibêjin ‘Nabe ku mirov têkeve navbera jin û mêran’ jî ji bo şîddeta bi destê mêran were diyarkirin, ji bo ku jiyaneke li dijî şîddetê were avakirin, ji bo bicihanîna Peymannameya Stenbolê tu jî were.”