Li dijî mehkûma nabîne û nexweşa pençeşêrê dozek din

Li dijî mehkûma nabîne û nexweşa pençeşêrê dozek din

Li Girtîgeha Tîpa L a Bakirkoya Stenbolê, girtiya çavên wê nabîne û nexweşiya pençeşêrê ketiye Hediye Aksoy bi hinceta di dema veguhestinê de heqaret li leşkeran kiriye doz lê hat vekirin, niha jî bi îdîaya ku li gardiyanan xistiye dozek din lê hat vekirin.

Aksoy di daxuyaniya der barê dozê de da de diyar kir ku dozên derb û heqaretê bi hev re tên meşandin û got; “Ger yek bi ser nekeve, dê ya din bi ser bikeve, mantiqê tohildana sîstematîk ketiy dewrê.”

NABÎNE, BI NEXWEŞIYA PÊNÇEŞÊRÊ KETIYE, DOZ LÊ HAT VEKIRIN

Aksoy di 16’ê tebaxa 2011 de, girtiyên siyasî yên jin ji bo der barê şert û mercên dermankirina girtiyên nexweş de hevdîtin bi Midûrê Girtîgehê Hulusî Sagir re hevdîtin pêk bînin ji qawişê hatin derxistin, lê li rastî êrîşa gardiyanan hatin. Lê fatûraya vê yekê li Hediye Aksoy a ku di hucreya xwe de bû hat birrîn.

Bi hinceta “li gardiyanan xistiye û nehiştiye gardiyan karê xwe bikin” doz li Aksoyê hat vekirin. Ji ber vê bûyerê Aksoyê di 13’ê hezîrana 2012 de birin Edliyeya Bakirkoyê. Aksoy xwest bi zimanê xwe yê zikmakî Kurdî îfade bide, lê ev daxwaza wê hat redkirin û du caran bi mexdur bû. Careke din doz lê hate vekirin.

AKSOY: "TOLHILDANA SÎSTEMATÎK DI DEWRÊ DE YE"

Aksoy destnîşan kir ku ev doza vê dawiyê lê hat vekirin têkiliya xwe bi doza heqaretê ya berê lê hatibû vekirin re heye û got; “Di 12’ê tebaxa 2011 de ji bo min bibin Nexweşxaneya Samatyayê ez li ringê hatim siwarkirin. Lê li şûna nexweşxaneyê min birin Edliyeya Fathîyê û ez bi saetan di rîngê de hatim hiştin. Gava min sedema vê yekê pirsî, ez li rastî heqaret û dijûnên leşker û girtiyên edlî yên di rîngê de hatim. Ji seat 08.00 heta 16.00 ez di rîngê de geriyam, bê ku bêm dermankirin dîsa vegeriyam girtîgehê. Min di 13’ê tebaxa 2011 de gilî kir. Hevalên min ên di qawişa B.5 de piştî bi tiştên hatine serê min hesiyan, xwestin bi midûr re biaxivin. Piştî demek dirêj di 16’ê tebaxê de bangî hevalên min kirin, lê li ber deriyê qawişê li rastî êrîşa gardiyanan hatin. Ez wê demê di qawişa xwe de bûm, lê ez bi îdîaya li gardiyanan xistiye têm darizandin."

Aksoy di daxuyaniya der barê dozê de da de diyar kir ku dozên derb û heqaretê bi hev re tên meşandin û got; “Ger yek bi ser nekeve, dê ya din bi ser bikeve, mantiqê tohildana sîstematîk ketiy dewrê.”

BINPÊKIRINÊN MAFAN BÊ SÎNOR IN

Binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa L a Bakirkoyê ne tenê ev e. Di 30 gulan û 1’ê hezîranê de nêzî 20 jinên siyasî ji Girtîgeha Tîpa L a Bakirkoyê birin Edliyeya Sarayê ya li Çaglayanê. Piştî ku jin li hemberî pêkanîna kelepçeyê rabûn, li wan xistin û bi erdê re kaş kirin. Li ser vê re jî bi hinceta heqaret kirine doz li jinên siyasî hatin vekirin.

Hatîce Dîlek ku yek ji wan girtiyên siyasî ye wiha behsa wê bûyerê dike; “Ji bo me bibin dadgehê, xwestin 20 girtiyan li rînga ku tenê dikare 12 kesan hilbigire siwar bikin. Kelepçeya bi destê me ve pir şidandin û destê me birîn bû, me ji fermandarê girtîgehê xwest hine sist bikin, lê guhdarî daxwaza me nekir. Em hemû avêtin ser hev û birin dadgehê. Me got em ê li vir nefesek bigirin, lê li wir jî îşkence hebû.

Piştre xwestin me bi destên kelepçekirî ve biavêjin nezaretxaneyê, piştre jî ev bûyer qewimî. Em 7 qat li jêr bûn û me ji wan re got ku tu kesek nikare birêve. Fermandar got " vana biavêjin hindur" di carekê de leşkeran êrîşê me kirin. Ji ber ku çavê Hediye Aksoy nedidîtin nezanî çi qewimî, me xwest em xwe bidin ber wê, lê tundiya leşkeran zêdetir bû. Bi pihînan li nexweşa dil Pinar Çevîrîm xistin û kaş kirin. Li me hemûyan xistin û avêtin nezaretxaneyeê. Fermandar ji me re got "herin dixwazin giliyê xwe li ku bikin, bikin, tiştek bi me nayê,"."

TU NEBÊJE LEŞKER HATINE DERBKIRIN

Girtiyên jin piştî vê îşkenceyê û birînan careke din li rîngê hatin siwarkirin û birin girtîgehê. Fermandarê ku navê wî tê veşartin, giliyê girtiyên jin ên siyasî kir û doz li wan vekirin. Îdîaya fermandar jî ew e ku “Jinan êrîşê leşkeran kirine û li wan xistine!”

Têbinî: Nûçegihana ANF’ê Zeynep Kûray, di meha berfanbara 2011 de tevî bi dehan rojnamevanên Kurd di encama operasyonên di bin navê ‘KCK’ê de hate giritn û heta niha di Girtîgeha Tîpa L a Bakirkoyê ya Stenbolê de tê ragirtin.