'Li dijî jinên Kurdistanê çanda tecawizê tê pêşxistin'

'Li dijî jinên Kurdistanê çanda tecawizê tê pêşxistin'

EPÎDEM'ê ji bo balê bikişîne li ser bûyerên tecawizê forûm li darxist. Jinên di forûmê de mafê axaftinê girtin diyar kirin ku, li erdingariya ku şer lê pêş dikeve, bedena jinê wekî ganîmetekî tê bi kar anîn û ev tişt hat gotin: "Bi salane ji hêla Komara Tirkiyeyê ve li dijî jinên Kurdistanê çanda tecawizê tê pêşxistin."

Navenda Rehabîlîtasyon û Serlêdana Perwerdeya-Derûnî Ya Jinê (EPÎDEM), ji bo tacîz û tecawizên di demên dawî de bi pêş ketine şermezar bike, li Parka Koşuyolu ya Amedê forûm li darxistin. Di forûmê de ji derveyî gelek welatiyan, Komeleya Jinan a Ceren, Navenda Ekîn Ceren a Jinê, Mala Kardelenê a Jinê, KADEM, DÎKASUM û Komeleya Selîs a Jinê cihê xwe girtin. Beriya forûmê xebatkara Komeleya Jina a Cerenê Şukran Mizrak daxuyanî da û bal kişand li ser îstismara li dijî du xwîşkan ya li Sêrtê pêk hat û ev tişt got: "Divê ev tecawizkarê li Sêrtê cezayê xwe di wijdana gel de bibîne. Feraseta mêr her roj, her saet û li her derî tecawiz dike û feraseta dewletê ya mêr jî wan diparêz e."

Mizrak destnîşan kir ku erdingariya ku şer lê pêş dikeve, bedena jinê wekî ganîmetekî tê bi karanîn û wiha axivî: "Bi sedan belgeyên ku tecawiza polîs, cerdevan, leşker û peywîrdarên dewletê piştrast dike hê jî di di arşîvên dewletê de tên veşartin. Tecawiz ji ku ve bê û ji hêla kî ve pêk were divê bê mehkûmkirin û divê ew di wijdanê civakê de bê cezakirin. Kesê ji tecawizê re bê deng be ew jî hevkarê vî sûcî ye."

ÇANDA TECAWIZÊ

Piştî daxuyaniyê sînevîzyona jinên ku li cîhanê û Tirkiyeyê rastî tecawiz, şîdet û rastî komkujiyê hatine hat pêşandan. Piştî nîşandana sînevîzyonê xebatkara EPÎDEM'ê Şîmel Begîk diyar kir ku, şîdeta li dijî jinê, kumkujî û tecawiz polîtîkayeke dewletê ye. Koordînatora EPÎDEM'ê Neslîhan Başak jî bi lêv kir ku, di demên dawî de li Tirkiyeyê bûyerên tecawizê gelekî zêde bûne û ev tişt got: "Bi salan e ji hêla Komara Tirkiyeyê ve bi taybetî li dijî jinên Kurdistanê çanda tecawizê tê pêşxistin. Em ji bo vê şermezar bikin li vir li hev civiyan. Her roj keçe me û xwîşkeke me tê qetilkirin. Ev kujer û tecawizkarên li Kurdistanê ji hêla dewletê ve tên parastin."

Xebatkara Mala Jinê a Kardelenê Gulistan Zengîn jî aşkera kir ku dewlet bi êrîşa li dijî bedena jinê dixwaze wê bê deng bike û wiha got: "Em dê bi tu awayî teslîm nebin, hûnê jinê li ser bedena wê teslîm negirin." Koordînatora DÎKASUM'ê Ozlem Ozen jî bal kişand li ser yekitiya jinan û ev tişt got: "Divê jin li dijî polîtîkayên tacîz, tecawuz, şîdet û komkujiyê yekitiya xwe xurt bikin. Divê xeta hev beş ya têkoşînê bê avakirin."

Welatiyê bi navê Alî Salik yê ku beşdarî forûmê bûbû jî diyar kir ku, ew ê li dijî feraseta tecawizkar heta dawiyê tê bikoşe û ev tişt anî ziman: "Bi rastî jî ji bo ev bêexlaqî di nava civaka me de dernekeve holê divê em tiştekî bikin. Nêzikatiya mêran a bi vî şeklî ya li dijî jinê, ne naskirina mêr ya xwe dide nîşan."