Hikûmeta Swêdê, ji ber herî zêde jinên Romanî li rastî êrîş, tundî û cûdakariyê tên, ji bo pêşîlêgiritina vê yekê biryar da ku hin biryara bigire. Di pêngava yekemîn de ji bo lêkolînakirina cûdakariyê njinên Romanî pêre rû bi rû dimînin, Enstituya Tenduristiyê ya Folkê peywirdar kir
Wezîrê Wekheviyê yê Swêdê Erik Ullenhag destnîşan kir ku li Swêdê tu kes mina Roman li rastî cûdakîar û zextan nayên û bal kişand ser neheqî û cûdakariyên ku Romanî pêre rû bi rû dimînin.
Wezîr Wekheviyê bi bîr xist ku di salên 1600’an de Swêdê zilamên Romanî darde dikir, jin û zarokên wan dersînor dikir, di salên 1900’an de dihatin xesandin û nezayokkkirin û destnîşan kir ku ev yek di dîroka Swêdê de weke du rûpelên reş in. Da diyarkirin ku wana jib o pêşîlêgirtina pêkanînên cûdakariyên li hemberî jinan, stratejiyeke demdirêj amade kirine û destnîşan kirk u ew ê “Pirtûka Spî” der barê zextên di dîrokê de li Romanan hatine kirin, de biweşînin û ji bo vê yekê jî 50 milyon kron hatiye veqetandin.
Ullenhag diyar kir ku wana pêşniyarên ji jinên Romanî yên bi zextan re rû bi rû dimînin, li ber çavan girtine û biryar dane ku tedbîran bigirin.
Ji ber ku hikûmeta Swêdê li hemberî neheqiya li hemberî Romanan dest bi hewldanê kir, vê yekê jî dilê sazî û jinên Romanî xweş kir. Seroka Mala Jinan a ku dê jinên li rastî zextên hevserên xwe tên, dê serî lê bi wê bidin, Rosita Gronfors diyar kir ku hin jinên Romanî nikarin xwe li ber zextên hevserên xwe yên feudal û nêzîkatiya qewirandinê ya civaka Swêdê li hemberî van jinan, bigirin, çareseriyê di alkol û karanîna heban de dibînin.
Soraya Post jî diyar kir ku di sala 1958 de, dema ew 2 salî bû, bi darê zorê kurtaj bi dayîka wê dane kirin û hatiye nezayokkirin, her çendî jî dereng be jî ev hewldana hikûmetê ya ji bo Romanan mirov keyfxweş dike.