Li dijî çalakiya jinan a ji bo Kobanê êrîş: 46 kes hatin binçavkirin
Li dijî çalakiya jinan a ji bo Kobanê êrîş: 46 kes hatin binçavkirin
Li dijî çalakiya jinan a ji bo Kobanê êrîş: 46 kes hatin binçavkirin
Polîsan êrîşê çalakiya ku ji aliyê jinên endamên Înîsiyatîfa Jinan a li Dijî Şer ve, li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê ji bo Kobanê hate lidarxistin kirin. Di enacma êrîşê de 46 kes hatin binçavkirin.
Endamên Înîsiyatîfa Jinên li Dijî Şer tevî endamên Kolektîfa Feminîst Sosyalîst, Hewldana Jinan a ji bo Aşitiyê û Komeleya Jinan a Gokkuşagiyê, bi armanca balê bikişînin ser êrîşên çeteyên DAIŞ ên li ser Kobanê, li Balafirgeha Ataturk a li Stenbolê çalakiyek li dar xistin.
Jinan di çalakiyê de êlekên ku nivîsa “Qatil Erdogan, Hevkar AKP” li ser hatibû nivîsandin vekirin û dirûşimên weke “Jin jiyan azadî” û “Kobanê ne bi tenê ye” qêriyan. Di encama êrîşan de jin hatin derbkirin û di erdê re hatin kaşkirin. Di encama êrîşa polîsan de 46 jin hatin binçavkirin.
Hate zanîn ku jinên hatine binçavkirin ji bo kontrola tenduristiyê birine nexweşxaneyê û di rê de li rast tacîza polîsan hatine.